​​​​​​​Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan xwepêşandan li dar xistin

Ji ber binpêkirinên mafên mamosteyan, giraniya buhayê kel û pelan, meaşa kêm û yekdestkariya perwerdeyê, mamosteyan li  hin bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi çalakiyan nerazîbûn nîşan dan.

​​​​​​​Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan xwepêşandan li dar xistin
26 îlon, 2021   13:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di rojên destpêkê yên vebûna dibistan û demsala xwendinê de duh li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mamosteyan bi armanca balê bikişînin ser binpêkirinên mafên mamosteyan, meaşa kêm û giranbûna buhaya kel û pelan çalakiyên nerazîbûnê nîşan dan.

Di hin çalakiyan de hilgirtina dowîzên ku li ser wan daxwaza serbest berdana mamosteyên hatine girtin hebû bal kişand. Her wiha daxwaza 'Perwerdeye bêberamber mafê zarokan e' û 'ji perwerdeya siyasî re na!' hat kirin.

Merîwan, Îlam, Sine, Tehran, Xorasan, Êsfehan, Lorêstan, Kohgîlûyê û Bûyêr Ehmed, Mazenderan, Yezd, Çarmehal û Bextiyarî, Kirmaşan, Seqiz û gelek bajarên din ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê navê bajarên ku çalakî li wan hatibû lidarxistin.