Dagirker careke din êrişî gundê Dirdara yê Til Temirê dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê Til Temirê topbaran dikin.

Dagirker careke din êrişî gundê Dirdara yê Til Temirê dikin
24 îlon, 2021   17:56
HESEKÊ

Di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê topbaran dikin.

Ev demeke bê navber gundê Didara rojane ji aliyê hêzên dagirker ve tê topbarankirin

Beriya  derdora du saetan, artêşa Tirk û çeteyên wê êriş birin ser nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Tewîla yê navçeyê.

Agahiyên têkildarî ziyanên topbaranê bi dest neketin.

ANHA