Ozgur Serhat: Mîsyona PDK'ê sekinandina destkeftiyên Kurdan e

Rojnamevan Ozgur Serhat xuya kir ku mîsyona PDK'ê ji dema damezirandinê ve pêşîgirtina li destkeftiyên gelê Kurd e û destnîşan kir ku şaşiyeke mezin a siyasî ye ku PDK ji bo domandina desthilata xwe AKP-MHP'ê bixe Başûrê Kurdistanê.

Ozgur Serhat: Mîsyona PDK'ê sekinandina destkeftiyên Kurdan e
24 îlon, 2021   23:35
QAMIŞLO

PDK di her têkçûneke dewleta Tirk a dagirker a li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd de bi hawara wê de çûye û niha jî bi sewqiyat û xebatên xwe yên îstîxbaratê yên ber bi qadên gerîla ve mîna salên 1990'î sekna xwe ya li gel faşîzma Tirk didomîne.

PDK ku beriya niha bi Îran û Iraqê re li ser bingeha qirkirina Kurdan çalakiyên hevpar ên li dijî gelê Kurd pêk anîn, îro nîşan dide ku tu fikarên wê yên ji bo berjewendiyên gelê Kurd nîn in, tenê derdê wê ew e ku desthilata xwe biparêze û hem hevkariya dijminan dike, hem jî zexteke giran li ser gelê Başûrê Kurdistanê dimeşîne.

Rojnamevan Ozgur Serhat ji ajansa me re axivî û helwesta PDK'ê ya li hemberî tevgerên şoreşger ên Kurd û sedem û metirsiyên hevkariya wê ya bi dijminên Kurdan re vegotin.

'RABÛNA NETEWEYÎ ASTENG DIKE'

Ozgur Serhat diyar kir ku PDK bi hestên neteweperestiya Kurd ava bûye û got: "Di wê demê de hesta netewperestiyê li cîhanê belav bûn. Ji dema avabûna xwe ve, PDK rêxistinek e ku bi temamî di ser kontrolkirina Kurdan re tev digere. Mimkun e ku mirov vê yekê di çalakiyên Başûr û Bakur de bibîne.  Heke em li dîroka nêz binêrin, li Şengal û Mexmûrê jî heman fealiyet hene.  Yanî polîtîkayên xwe li ser bingeha qelskirina bersiva Kurdan a li hemberî hêzên hegemonîk û astengkirina rabûna neteweyî ya gengaz bi pêş ve dibe.”

'PEYWIRA WÊ BERDEWAMKIRINA PIRSGIRÊKA KURD E'

Ozgur Serhat peymana Şengalê ya PDK'ê ya bi hikumeta Bexdayê re û xebatên wê yên têkildarî Bakur jî bi bîr xistin û wiha axivî: "Heke em li van polîtîkayan binêrin, em dibînin ku ya PDK dike ne pêşxistina çareseriyan e. Yekitiya neteweyî ya Kurd ji bo çareserkirina nakokiyên Kurdan û parastina destkeftiyên gel, PDK'ê tu gav neavêtine. Niha jî mîsyona PDK'ê ew e ku destkeftiyên Kurdan bisekinîne û pirsgirêka Kurd bidomîne."

Ozgur Serhat got "Partiyeke 70 salî divê ji bo pirsgirêka Kurd hîn kêrhatîtir be, lê berevajî vê dike." û wiha dewam kir: "Îro ji ev qas gurbûna şerê li Başûrê Kurdistanê di serî de PDK berpirs e. Heke dewleta Tirk îro hewl dide axa Başûr dagir bike, heke gerîla şehîd dikeve, berpirsyar PDK ye. Ji ber ku PDK di vê mijarê de alîkariyê dide dewleta Tirk. Îro heke alîkariya dewleta Tirk nehata kirin, faşîzma AKP-MHP'ê di vê astê de nedibû. Ji ber ku AKP-MHP di pêvajoya qedînê de ne, em dibînin ku PDK hinekî din emrê wan dirêj dike. Anku mirov dikare bibêje ku PDK'ê bi awayekî zelal li Başûr alîkarî daye dijberên gelê Kurd."

POLÎTÎKAYÊN PDK'Ê Û METIRSIYÊN LI PÊŞBERÎ GELÊ KURD

Ozgur Serhat da xuyakirin ku polîtîkayên NATO'yê yên bi rêya AKP-MHP'ê tên meşandin, li Başûr jî di ser PDK’ê re didomînin û lewma PDK destkeftiyên li Başûr jî dixe xetereyê û ev hişyarî da: "Divê gelê Kurd rastiya PDK'ê rast fêm bike. Ji ber ku tene 'Kurd' e, em nikarin li partiyekê bibin xwedî. 'Ji bo gelê Kurd çi kiriye? Çi feda kiriye? Ji bo gel polîtîkayeke çawa danî?' Em dibînin ku di rastiyê de dijminatî ye, dijberiya gelê Kurd e. Em dibînin ku bi dijminekî qirker re ku dixwaze gelê Kurd qir bike, dest daye hev û destûr daye qirkirina gelê xwe. Îro heke gundên Başûr tên valakirin, gelê me hatibe sirgûnkirin, daristanên me hatibin şewitandin, bê guman rêveberiya wir divê hesabê vê bide. Ji ber ku li dijî vê tiştek nekiriye, berevajî vê yekê teslîmiyet heye. Ev yek ji bo pêşeroja gelê Kurd nêzîkatiyeke gelekî xeternak e.

Divê gelê Kurd rastiya partiyekê bibine ku ev yek di aliyê siyasî de girîng e. Ji ber ku tenê bi hestên kurdîtiyê nêzîkbûn dê me ber bi şaşiyan ve bibe. Dibe ku îro têgînên kurdîtî û kurdistanîtiyê bi kar bîne, lê belê rêxistineke herî zêde ne kurdistanî jî PDK ye."  

ŞEHÎDKIRINA HAKÎ KARER Û TÊKILIYA PDK'Ê

Serhat bi bîr xist ku têkiliyên PDK'ê yên bi dewleta Tirk re ji salên 1960'î ve dewam dikin û got: "Di salên 1960'î û 1970'yî de, bi taybetî di êrişên çekdarî yên li dijî rêxistinên Kurd ên li Bakur de, di qetilkirina gelek şoreşgeran de derdorên girêdayî PDK'ê rol lîst.  'Stêrka Sor' (rêxistina ku Hakî Karer li Dîlokê şehîd kir) mînaka vê yekê ye. Helwesta PDK'ê ya li têkildarî tevgerên ku dixwazin ji bo azadiya Kurdan tiştekî bikin, ew e ku bi temamî wan têk bibin û ev peywireke xwe ya demdirêj e. Heke em bêjin îro bi AKP'ê re têkiliyên wan ên bi vî rengî hene, ev yek berê tüne bû, em ê xwe bixapînin. Di salên 1990’î de tiştên ku PDK’ê li dijî gerla kirine jî, li holê ne. Bi kurtasî, ev nokerî ne tenê niha pêk tê û heke em wisa lê binêrin, ev dibe bêbîrewerîû divê gelê Kurd vê şaşiyê neke."

'GELÊ BAŞÛR LI DIJÎ RÊVEBERIYA DERHIQÛQÎ SERÎ HILDIDE' 

Ozgur Serhat qala sûcên rêveberiya Başûr a bi pêşengiya PDK'ê kir û destnîşan kir ku daxwazên gel tên tepisandin û got: "Li Dihok, Hewlêr, Zaxoyê ku PDK lê serwer e, sûcên gelekî giran tên kirin. Tevî ku pêşî lê tê girtin jî gelê Başûr li dijî PDK'ê xwedî bertekeke cidî ye. Nedana pêwîstiyên bingehîn ên wekî nexweşxane, rê, av û kehrebe, nedana mûçeyan û her wiha astengkirina azadiya ramanê û mafên rojnamevanan û destgîrkirina dîplomatekî fermî (Cîhad Hesen) hin sûcên hiqûqî ne ku li Başûr tên kirin.  Partiya ku ji van berpirs e, heta niha tu daxuyanîyek nedaye. Rewşa heyî ji bo siberoja Başûr metirsiyê çêdike.”

Ozgur Serhat wiha pê de çû: "PDK avaniyeke Kurd e lê ji bicihanîna daxwaz, pêwîstî û xwestekên gelê Başûr dûr e. Rejîmek heye ku daxwazên gelê xwe yên azadiyê red dike, rêbazên herî zordar, nerewa û herî giran ên îşkenceyê bi kar tîne."

Ozgur Serhat got rêbaza ku PDK li Başûr dimeşîne û rêbazên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dişibin hev û wiha dewam kir: "Hêzên hegemonîk ên antîdemokratîk, ji bo desthilata xwe biparêzin, rêbazên bi heman rengî bi kar tînin. Îro em dikarin diyar bikin ku PDK desthilateke antîdemokratîk a mîna AKP'ê ye. Ji aliyê mentiqî ve jî ew eynî ne. Li Başûr kar û bareke demokratîk nayê kirin. Sîstemeke teng, malbatî, eşîrî hatiye afirandin û hewl dide vê mayînde bike. Em hemû dizanin ku Başûrê xakeke pir dewlemend e û dewlemendiyên wê yên binerd û sererd bi salan têra gel dike. Lê belê dema em lê dinêrin ku ev dewlemendî ji kê re diçin, em careke din malbata Barzanî dibînin."

'GEL ÊDÎ RANAGIRE'

Serhat encamên vê rewşê bi vî rengî nirxandin: "Çarenûsa parçeyekî Kurdistanê nabe ji berjewendiyên malbatekê re bê hiştin. Ev yek jî derî li ber krîzên mezin vedike, jixwe li Başûr krîzeke giran heye. Ji aliyekî ve dagirkeriya dewleta Tirk heye, ji aliyekî ve qedexeyên giran ên aboriyê, li aliyê din jî zexta li ser azadiya ramanê heye. Wekî din, rewşeke cidî ya koçberiyê heye ku ji ber bêtehemûliya gelê Başûr a ji rewşa heyî re pêk tê. Ev faktor ji bo destkeftiyên li Başûr xetere ne."

Ozgur Serhat diyar kir ku PDK’ê bi dijminên gelê Kurd re lihevkirinên metirsîdar pêk anîne û got: "MÎT beriya niha jî ketibû Başûr. Lê belê di salên dawîn de têkiliyên bi AKP'ê re nîşan dan ku lihevkirinên nû hatine kirin. Îro heke MÎT li Silêmanî, Hewlêrê wek herêma xwe dihesibîne û li kolanan Kurdek bi serbestî şehîd dike, ev encama lihevkirineke teqez e. Yê ku MÎT anî wê derê û bû sedema van cînayetan PDK bû.  Mirov dikare bibêje peymanên pir xeternak hene, ji ber ku PDK'ê piştî şehîdxistina şoreşgerekî Kurd daxuyaniyek tenê jî nedaye, nerazîbûnek jî nîn e, şermezarkirin jî nîn e. Ev bêdengî nîşan dide ku ew aliyekî bûyerê ye û qebûl kiriye."

'ŞAŞIYEKE SIYASÎ YE KU BIBÊJE EZ Ê BI DIJBERIYA PKK'Ê BI SER BIKEVIM'

Rojnamevan Ozgur Serhat diyar kir ku bêdengiya PDK'ê ya li hember şehîdkirina Şukrî Serhat pêşî li bûyerên din ên xeterenak vedike û anî ziman ku dijberiya PDK'ê ya li hember PKK'ê şaşiyeke mezin a siyasî ye û wiha lê zede kir:  "Heke PDK difikire ku bi dijberiya xwe ya li hemberî PKK'ê dê li ser xaka Kurdistanê xwe mayînde bike, ev tê wê wateyê ku gelê Başûr baş nas nake. Ji ber ku gelê Başûr xwedî hestên xurt ên neteweyî û çandî ye. Feraseta gel a yekitiyê, ji ya hemû partiyan xurttir e. Lewma PDK bi anîna MÎT'ê ji Başûr re nikare meşrûiyeta xwe bi dest bixe. Ev yek şaşiyeke siyasî ye û tê wateya destpêkirina serdemeke gelekî xeternak li ser doza azadiyê ya gelê Kurd."

ANHA