ENKS'ê bi xwepêşdanên provakatîv dixwaze welatî li dijî Rêveberiya Xweser rabin

ENKS`ê û alîgirên wê li bajarên herêma Cizîrê xwepêşandên provakatîv li dar xistin da ku welatiyan li dijî Rêveberiya Xweser sor bike.

ENKS'ê bi xwepêşdanên provakatîv dixwaze welatî li dijî Rêveberiya Xweser rabin
24 îlon, 2021   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi buhaneya bilindbûna nirxê sotemeniyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê meş li dar xistin.

Ev demekê ENKS`ê li herêma Cizîrê siyasetên provakatîv û hewldanên derxistina fitneyan dike. Tevî ku îro li gelek bajarên herêma Cizîrê xwepêşandanên bê destûr li dar xistin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwepêşandanan parast. ENKS`ê û alîgirên wê dirûşmeyên ku welatiyên herêmê li hemberî hêzên ewlekariyê û Rêveberiya Xweser  sor dikin, diavêtin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XRuiBo8v970" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>