Dagirker li Efrînê sûcên revandinê û xwestina fidiyan didomîne

Çeteyên artêşa Tirk li navçeya Mabata ya Efrîna dagirkirî jinek û birayê wê revandin. Piştî dayîna fidiyê her du welatî hatin berdan.

Dagirker li Efrînê sûcên revandinê û xwestina fidiyan didomîne
24 îlon, 2021   15:35
ŞEHBA

Çavkaniyan ji hundirê Efrîna dagirkirî ragihand ku çeteyên artêşa Tirk jinek û birayê wê yê ji gundê Kaxre yê girêdayî navçeya Mabata ya Efrînê revandin.

Li gorî çavkaniyan, navên kesên hatine revandin wiha ne; Nesrîn Hemo Weqas û Mihemed Hemo Weqas in. Çeteyan her du kes birinbûn cihekî ne diyar.

Çavkaniyan diyar kir ku piştî çend rojan ji revandina her du welatiyan, malbatê ji bo serbestberdana wan fidiya 300 dolar da dagirkeran. Piştî dayîna fidiyê her du welatî hatin berdan.

(eh)

ANHA