Dewleta Tirk careke din gundê Bankê yê Behdînanê bomebebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Bankê yê Behdînan bombebaran kir. Ji ber bombebaranê şewat di bax û rezên gundiyan de derket.

Dewleta Tirk careke din gundê Bankê yê Behdînanê bomebebaran kir
24 îlon, 2021   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnews'ê, balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker di seat 15.00’an de gundê Bankê ya navçeya Zaxo bombebaran kir. Ji ber bombebaranê agir girte bax û rezên gundiyan û ziyanek mezin dayê.

Hêjayî gotinê ye ku  Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîma Aşitîxwaz a Xiristiyan-CPT) bi daxuyaniyekê ragihand ku îro di saet 10.30’an de li gundê Hirûrê yê Dihokê sivîlek di topbarana artêşa Tirk de birîndar bû.