Balafirên Rûsyayê li rojavayê Idlibê êrişên hewayî pêk anîn

Balafirên şer ên Rûsyyaê îro li dijî gelek deverên gundewarê Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê 4 êrişên hewayî pêk anîn.

Balafirên Rûsyayê li rojavayê Idlibê êrişên hewayî pêk anîn
24 îlon, 2021   10:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê derdora gundên Xesaniyê û El-Alya yên Cisir Şixûr ê rojavayê Idlibê bombebaran kir.

Bi vê êrişê re hejmara êrişên hawayî yên Rûsyayê yên li dijî herêmên bêçek gihaşt 185 êrişan, ji wan 140 êriş li Idlibê, 25 êriş li Lazîqiyê, 2 êriş li gundewarê Hemayê û yên mayî jî li nuqeteyan li bajarê Helebê pêk hatin.

(şx)