Serokê Tûnisê îro koma nû ya hikumetê radigihîne

Dezgehên çapemeniyê yên Tûnisê ragihandin ku serok Qeys Seîd dê îro koma nû ya hikumetê ragihîne.

Serokê Tûnisê îro koma nû ya hikumetê radigihîne
24 îlon, 2021   08:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya "El-Şirûq" a Tûnisê diyar kir ku çavkaniyan ji wan diyar kir ku Seîd bi daxuyaniyeke fermî got dê îro koma hikumetê eşkere bike û Tewfîq Şeref El-Dîn wekî serokwezîr ragihîne.

Çavkaniyan her wiha diyar kir ku piraniya wezîran dê werin guhertin.

(dx)