Desteya Perwerdeyê madeya Jineolojiya ji nûve xist meteryalên qonaxa amadehî

Ji bo naskirina lêkolînên têkildarî jinê û dîroka wê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî hin guhartinên li ser madeya Jineolojiya çêkirin, ji nûve made  derbasî meteryala xwendinê yên 2021/2022`an kir.

Desteya Perwerdeyê madeya Jineolojiya ji nûve xist meteryalên qonaxa amadehî
24 îlon, 2021   08:41
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî hin guhartin li ser madeya Jineolojiya çêkirin ku li gorî xwezaya herêmê be, ji nû ve made derbasî meteryalên refa 11`an a qonaxa amadehî kir.

Jineolojiya yan jî zanista jinê, ew zanista nû ya ku bersiva zelal ji bo rastiya jinan dide û têgeha jineolojiyê hatiye dayîn da ku were naskirin. Gelek zanist xwe dispêrin wê mîna zanista civakî, dîrok û derûnî û pir zanistên dîtir di nava zanista jinê de heye. Ew yek ji bo eşkerekırına rastiyên dîroka jinê ye ku bi hezar salan hatiye çewisandin û dînamîka ji bo lêgerîna mayînde ya azadiyê ye.

JI BO NASKIRINA JINÊ Û DÎROKA WÊ

Modernîteya kapîtalîst zanist, ol û dîrok xistin milkê xwe û pê êrişî dîroka jinan kir, da ku biguherîne û naveroka wê vala bike. Her wiha jin kir ku her tim bibe xizmetkdarê mêr. Mêr kir ku navend e û jin li gorî wî tê birêvebirin. Mêr cewher e û jin tişt e. Bi vê awayî modernîteya kapîtalîst rastiya jinan berovajî kir.

Ji bo naskirina lêkolînên girêdayî jin û dîroka wê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve madeya jineolojiya xist nava meteryala 2021/2022`an.

Her wiha madeya Jineolojiya li refa 11`an bi şaxên wê yên zanistî û wêjeyî ji herdu pêkhateyên Kurd û Ereb re hatin zêdekirin. Ew jî piştî hin guhartinên di madeyê de li ser bingeha xwezaya herêmê çêbûn. Di madeya Jineolojiya de gelek mijarên cuda hene; rêbazên çarekirina dozên civakî, dozên jinan bi taybet, tundiya li dijî jinan û hevbeşiya famînî ya zanistên civakî.

Di pirtûkê de hin têgeh hatin şîrovekirin, mîna cudahî û xeteriya di navbera zayendî û nijadiya zayendî û tiştên xwezayî û çêkirî de.

ZANISTA JI BO NASKIRINA HER DU ZAYENDAN

Pispora madeya Jineolojiya ya Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Biranşan Nûpel Ehmed bal kişand ser girîngiya danasîna zanista jinê û wiha got: "Ew zanisteke ne tenê li ser jinan lêkolîn dike, lê belê her du zayendan bi hev re lêkolîn dike, hewl dide her zaneydan ji fikira koletiyê rizgar bike. Her wıha ew zanisteke ji bo pêkanîna binesaziyeke durist ku mijarê hebûna wê nîqaş dike. Ew zanist neynka hundirîn a jinan e."

Têkildarî şîrovekirina têgeha nîjadiya zayendî, Nûpel Ehmed ev tişt got: "Zanista jinê di cewhera xwe de zanista jin, jiyan û civakê ye û zanista jiyana hevbeş a azad e. Her wiha modernîteya demokratî zanista jinê şîrove kir ku zanistek e li jinê û jiyanê digere ku wê ji nijadiya zayendî rizgar bike."

Li ser sedema zêdekirina madeya Jineolojiya li refa 11’an Nûpel Ehmed wiha anî ziman: "Me ev made li refa 11 a amadehî zêde kir ku bingeha xwendekar a zanînê hebe û ji bo merheleya xwendina bilind amade bibe."

Li gel wê jî ev pirtûk pirsgirêkê nîqaş dike û çareseriyên guncaw li gorî rewşên heyî datîne. Bo nimûne pirsgirêka zihniyeta mêrdestiyê ya li gel hin mêran û bandora wê li ser jiyana civakê pêşkêş kir.

PERWERDE Û PÊŞDEÇÛN

Ji bo gihandina agahiyan bi awayekî rast, mamoste di perwerdeyên akademiyên pisporiyê re derbas dibin û ew jî xwendekaran perwerde dikin, her wiha da ku pergala perwerdê bi pêş keve.

Girêdayî mijarê, mamoste Hena El-Semran behsa girîngiya perwerdekirina li ser vê meteryalê kir û wiha got: "Me gelek agahiyên dewlemend ji Akademiya Şehîd Egîd Cîlo ya Biranşan wergirt."

Hena El-Semran wiha lê zêde kir: "Em vê agahiyan bi rêyeke zelal digihînin xwendekaran. Ji ber zanista jinê yek ji madeyên sereke di meteryala xwendinê de ye."

Dibistanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê deriyên xwe li pêş xwendekaran di 12’yê vê Îlonê de vekir ku dest bi xwendina 2020/2021’an bike.

Madeya Jineolojiya di salên berê de derbasî meteryala xwendinê bûbû. Lê ji bo hin guhartinên li ser madeyê bi awayekî demkî hatibû taloqkirin û îsal ji nû ve derbasî meteryalê bû.

Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê sala bê ev made derbasî refa 12`an bibe.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ogwkLOQq8Ss" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>