Rojnameyên erebî: Li herêmên bêçek sewqiyetên mezin ên artêşa Tirk

Rojnameyên erebî îro behsa rageşiya di navbera Rûsya û dewleta Tirk li herêmên bêçek, rewşa Lîbya û peymana pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hemas û Îsraîlê de kir.

Rojnameyên erebî: Li herêmên bêçek sewqiyetên mezin ên artêşa Tirk
24 îlon, 2021   08:10
NAVENDA NÛÇEYAN

LI ROJAVAYÊ SÛRIYÊ, ÊRIŞÊN RÛSYA Û SEWQIYETÊN ARTÊŞA TIRK

Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Dewleta Tirk sewqiyetên nû şandin Îdlibê û hêzên xwe yên li nuqteyên leşkerî yên li herêmên bêçek ji nûve belav kirin. Ev yek bi armanca rêgirtina li pêş pêşketina hêzên hikumeta Şamê pêk hat, ya ku dixwaze herêmên din ên opozîsyonê ya alîgira dewleta Tirk kontrol bike.

Çavkaniyên ji Tirkiyê eşkere kirin ku dewleta Tirk zêdetirî 4 hezar leşker û 500 wesayîtên leşkerî û panzer derbasî Sûriyê kirine, di nav de tank û ew li dirêjahiya xetên ku îhtimale hêzên hikumetê ji wir êriş bikin, bi cih kirin.

Çavkaniyên ji Rûsyayê jî destnîşan kiribûn ku dewleta Tirk hejmara baregehên xwe zêde kiriye, berê 11 baregeh bûn lê niha bûne 27 baregeh. Ev nuqte li başûrê sînorên “koorîdora ewle” ye ku Rûsya û Tirkiyê li ser wê di çarçoveya lihevkirina agirbestê de di Adara 2020`an de li hev kiriye.

Hemwextî van tevgerên artêşa Tirk a dagirker, Rûsya û hêzên hikumeta Şamê êrişên hawayî li dijî herêmên opozîsyonê yên li Idlibê zêde kirin. gelek rayedarên Tirk diyar dikin ku Rûsya bi van êrişan dixwaze fişarê li Enqereyê bike beriya ku serokên herdu dewletan li Soçiyê di 29`ê Îlonê de dicivin.

Piştî êrişa hêzên hikumeta Şamê ya 27`ê Sibatê ya li dijî nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk li Idlibê ku di encamê de 33 leşkerî Tirk hatin kuştin û li gel zêdebûna êrişên hawayî yên Rûsyayê û kuştina 3 leşkerên Tirk di operasyoneke lêgerînê de di hefteya borî de, Enqere pê dihese ku agirbesta ji dema lihevkirina Adara 2020`an de li ser hatibû lihevkirin têk diçe. Her wiha rayedarên Tirk jî ji ber van sedeman ditirsin ku pîvanên hêzan were guhertin û pêleke din a koçberiyê ji Idlibê ber bi Tirkiyê ve çêbibe.”

XELÎFA HEFTER BEŞDARÎ HILBIJARTINÊN SEROATIYA LÎBYA DIBE

Di kar û barên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Fermandarê Giştî yê artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefter bi awayekî demkî dev ji peywira xwe ya leşkerî berda da ku tev li hilbijartinên serokatiyê bibe. Lîbyayî jî li benda ragihandina fermî ya vekirina bernamzetiyê ne ku tê payîn di 24`ê Kanûnê de li dark eve, anku di salvegera 70`an a damezirandina dewleta Lîbyayê ya serbixwe de ya bi serkêşiya şah Idrîs El-Senûsî ku di sala 1951`an de pêk hatî.

Hefter çarşemê bi biryarekê Ebdulrezaq El-Nazûrî li şûna xwe heta sê mehan erkdar kir.

Li gorî qanûna hilbijartinan a Lîbya, her sivîlek û her leşkerek dikare di hilbijartinan de bibe namzet bi şerta ku beriya sê mehan dev ji peywira xwe berde.

Hat ragihandin ku Hefter dê di civînekê de destpêka Cotmehê bi awayekî fermî ragihîne ku ew dê tev li hilbijartinên serokatiyê bibe û amade ye dest bi hemleya hilbijartinan li herêmê di bin kontrola artêşê de yên li rojhilat, naverast û başûrê welêt bike.

Li gorî çavkaniyên agahdar, Hefter ji bo hilbijartinan tîmeke siyasî û çapemeniyê ava kiriye da ku hemleya wî ya hilbijartinan bi rêve bibin. Her wiha bernameya xwe ya hilbijartinan jî bi dawî kiriye ku tê de girîngiyê dide aliyên girêdayî demokrasiyê, aborî, belavkirina berhman, parastina serdestiya welêt, jihevxistina mîlîsan û destxistina çekdarên biyanî.”

GELO PEVGUHERTINA DÎLGIRITIYAN DÊ RÊ LI ARAMNIYA DI NAVBERA HEMAS Û ÎSRAÎLÊ DE VEKE?

Girêdayî peymana pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Xeza û Îsraîlê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Ji daneyên heyî ku piştî navbeynkariya Misirê ya di navbera Xeza û Îsraîlê de çêbûne, xuya dibe ku hindek maye peymana pevguherandina dîlgirtiyan di navbera Hemas û Îsraîlê de bi navbeynkariya Misirê temam bibe. Ruxmî ku destpêkê nezelaliyek hebû û derî li pêşiya wê girtibû.

Tiştê din ku temamkirina lihevkirinên nîşan dide ew e ku her sê aliyan Misir, Hemas û Îsraîlê bi armanca diyarkirina dîlgirtiyên filistînî ku dê li beramberî 4 leşkerên Îsraîlê serbest werin berdan dan û standinan dikin.

Tê payîn ku di çarçoveya vê peymanê de li beramberî serbestberdana 4 leşkerên Îsraîlê bi sedan dîlgirtiyên filistînî serbest werin berdan. Hemasê di şerê sala 2014`an de 4 leşkerên Îsraîlê dîl girtibûn.

Li gorî çavdêran, heke ev peyman bikeve meriyetê dê bibe destpêka aramiyeke demdirêj di navbera Hemas û Îsraîlê de.

 (şx)