HPG: Li Avaşînê 3 gerîla di êrişên bi çekên kîmyawî de şehîd bûn

HPG’ê nasnameyên 3 gerîlayên li Avaşînê di encama êrişên bi çekên kîmyawî yên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG: Li Avaşînê 3 gerîla di êrişên bi çekên kîmyawî de şehîd bûn
24 îlon, 2021   07:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 gerîlayên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, eşkere kir.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de hate gotin; “Di daxuyaniya xwe ya 15’ê Îlona 2021’ê de me ragihandibû ku 3’ê Îlonê artêşa Tirk a mêtinger ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê ya Kurdistanê encamê bi dest bixe, li qada berxwedanê ya Girê Sor serî li rê û rêbazên dijî mirovahiyê da, gazên kîmyewî bi kar anî û di vê êrişê de 3 hevrêyên me şehîd bûn.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hevrêyên me Botan, Zinarîn û Delal ku li qada berxwedanê ya Girê Sor bi berxwedana xwe ya destanî rûpeleke nû li dîroka azadiyê ya gelê me zêde kirin, di meşa serketinê de wê weke çavkaniya herî mezin a hêz û moralê ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bêne bîranîn û bibin hinceta me ya ji bo têkoşînê.”

Agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên şehîd bûn wiha ne.

Nasnav: Botan Ozgur

Nav paşnav: Celal Ozcan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Sadiya-Kemal

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Îlona 2021 / Avaşîn

***

Nasnav: Zinarîn Welat

Nav paşnav: Rama Şemdîn

Cihê jidayikbûnê: Hesekê

Dayik-Bav: Aklîma-Serbest

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Îlona 2021 / Avaşîn

***

Nasnav: Delal Qamişlo

Nav paşnav: Hîva Mamo

Cihê jidayikbûnê: Qamişlo

Dayik-Bav: Hamîde-Îsmaîl

Dem û cihê şehadetê: 3’ê Îlona 2021 / Avaşîn