​​​​​​​‛Dema mijar dibe Kurd bêdengiyeke navneteweyî heye’

Hiquqnas Îsmet Îbrahîm dualîteya hêzên navneteweyî rexne kir û got: “Dema Beşar Esed çekên kîmyewî li bajarê Xan Şêxûn bi kar anîn, bû rojeva raya giştî, lê dema dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi kar anîn, civata navneteweyî bêdeng ma.”

​​​​​​​‛Dema mijar dibe Kurd bêdengiyeke navneteweyî heye’
24 îlon, 2021   02:01
KOBANÊ-ÇEKDAR EBAS

Ruxmî ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gerîlayên li Başûrê Kurdistanê hemû cureyên çekên pêşketî bi kar anî, lê negihaşt armanca xwe û derbên mezin xwarin.

Piştî artêşa dewleta Tirk di êrişên li dijî gerîlayan li Başûrê Kurdistanê de bi bin ket, çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîn û li hemberî vê yekê civata navneteweyî bêdeng ma.

Têkildarî mijarê hiquqnasê ji bajarê Kobanê, Îsmet Îbrahîm axivî û got: “Piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn, rêxistina qedexekirina bikaranîna çekên kîmyewî, peyman û bend ragihandin. Di vê peymanê de hate destnîşankirin ku nabe tu dewlet çekên kîmyewî bi kar bîne, kesên bi kar bînin jî dê ceza lê were birîn. Lê dîsa jî dewleta Tirk li gelek herêmên Kurdan ew çek bi kar anîn. Ji van herêman; bajarê Serêkaniyê. Dewleta Tirk li Serêkaniyê çekên kîmyewî li dijî zarokê bi navê Mihemed bi kar anîn.”

Îsmet Îbrahîm wiha gotina xwe dewam kir: “Dewleta Tirk li çiyayên Kurdistanê anku li dijî Kurdan, ji nûve çekên kîmyewî bi kar tîne. Ji ber ku êdî fam kiriye ku li wan çiyayan nikare gerîla têk bibe, ji lew re çekên qedexekirî bi kar tîne.”

KCK`ê beriya demekê bi daxuyaniyekê dualîteya pîvanên navneteweyî û nixumandna sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan bi kar tîne, rexne kiribû.

 LI HEMBERÎ BIKARANÎNA ÇEKÊN KÎMYEWÎ, BÊDENGIYEKE NAVNETEWEYÎ HEYE

Hiquqnas destnîşan kir ku dema dewleta Tirk li hemberî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne, civata navneteweyî bêdeng e û wiha dewam kir:  “Dema Beşar Esed li bajarê Xan Şêxûn çekên kîmyewî bi kar anîn, bûb rojeva raya giştî.”

Rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî qanûn pêk anî, lê dema ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar anîn, civata navneteweyî bêdeng ma, heta çavên xwe li kiryarên Tirkiye girtin. Ji ber ku berjewendiyên wan bi dewleta Tirk re hene.

Hiquqnas Îsmet Îbrahîm di dawiyê de got, sûcên ku dewleta Tirk niha li dijî Kurdan pêk tîne, dê di rojên pêş de ji aliyê dadgeha navneteweyî û rêxistina qedexekirina çekên kîmyewî ve were muhasebekirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/t1rf84MoBGU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>