​​​​​​​ Sûcên guhartina demografîk li Efrîna dagirkirî didomin

Komeleyên qaşo xeyrî li herêmên dagirkirî avakirina avahiyên mêtingehiyê ber bi dawî kirin, nexasim li Efrînê, da ku demografiyê biguherin. Ev gav yekser bi fermana MIT’ a Tirk pêk tê.

​​​​​​​ Sûcên guhartina demografîk li Efrîna dagirkirî didomin
23 îlon, 2021   23:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji destpêka kantona Efrînê hatiye dagirkirin ve, yek ji bajarê Sûriyê ya ku herî zêde hatiye guhartin. Ji ber ku zêdetirî 300 hezar welatî bi darê zorê jê koçber bûn û dewleta Tirk 400 hezar malbatên çeteyan ên ji herêmên cuda yên Sûriyê li cihên wan bi cih kirin.

Ji destpêka Efrîn hate dagirkirin, komele û rêxistinên girêdayî tevgera “Îxwan El-Misilmîn” a tundraw li Sûriyê, Tirkiye, dewletên Kendavê û Filistînê desteka madî didin van komeleyên ku demografiya herêmên dagirkirî diguherin.

Ji komeleyên naskirî ku di demên dawî de tevgera xwe zêde kirine; Komeleya El-Eyadî El-Beyde, Komeleya El-Eyş Bîkerame, Komeleya El-Eta, Ereb 48, Komeleya El-Eta ya Îxase El-Însaniye, rêxistina IHH a tirkî, Heyva Sor a Tirkî û Wezareta Ewqafê û Kar û Barên Îslamî ya dewleta Kuwêt.

Van komeleyan li gundên kantona Efrînê ya dagirkirî, derdora 20 avahiyên mêtingehiyê ava kirin û li gundên êzidiyan bi taybet dibistanên olî û mizgeft ava kirin. Ji van gundan; Şadêrê û Basûfan ên navçeya Şêrewa û Baflûn, Qîbar û Qetmê yên navçeya Şera.

/kr/uploads/files/2021/09/23/192402_-3.webp

Komelya El-Eyadî El-Beyda li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî avakirina dibistanên olî bi dawî kir, her wiha  gundê “Besme” li gundê Şadêrê yê êzidî yê navçeya Şêrewa jî bi dawî kir.

Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewldana guhartina demografiya Efrînê dike û hemû sembolên nîşaneya kurdîtiyê dike, xirab dike, bi vî awayî kanton bûye mîna bajarên Tirkiye, ji ber ku navên gundan diguhere, rêyan li gorî plansaziya dewleta Tirk çêdike, ala Tirkiye û wêneyên Erdogan li qadên Kurdan û deverên giştî radike. Heta nasnameyên kesayetî jî diguhere, ji ya sûrî vediguherîne tirkî û li wan herêman lîreya tirkî ferz dike.

(eh)

ANHA