ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-09-2021
23 îlon, 2021   23:00

- Komeleyên qaşo xeyrî li herêmên dagirkirî avakirina avahiyên mêtingehiyê ber bi dawî kirin, nexasim li Efrînê, da ku demografiyê biguherin. Ev gav yekser bi fermana MIT’ a Tirk pêk tê. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiquqnas Îsmet Îbrahîm dualîteya pîvanên navneteweyî rexne kir û got: “Dema Beşar Esed çekên kîmyawî li bajarê Xan Şêxûn bi kar anî, bû rojeva raya giştî, lê dema ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd bi kar anî, civata navneteweyî bê deng ma.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Desteya Erka Xweparastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zêdan El-Asî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ji gurbûna êrişên dawî yên li dijî herêmê fîtneyê derxe da ku aramî tevlihev bibe û projeya Rêveberiya Xweser derbe bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hiqûqnas û endamê PYD`ê li kantona Hesekê diyar kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li tevahî herêmên dagirkirî, sûcên şer in û hemû pîvan û qanûnên navneteweyî binpê dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şêx eşîra El-Sebxe ya Reqayê Mihemed Tirkî El-Sewan da zanîn ku di vê dema dawî de penabertî zêde bûye, ew yek jî di encama şerê taybet ê ku hin alî pêk tînin de ye, da ku herêmê ji ciwanan vala bike ku berjewendiyên xwe pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê diyar kir ku ew amade ne parastina bajar û gelê xwe bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Nivîskar û siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî nepêşkêşkirina kujerên têkoşer Şukrî Serhed heta vê demê ji edaletê re rexne kir û got "Başûrê Kurdistanê bi siyasetên xwe veguheriye kaniya çeteyan, qetilkirina têkoşer û şoreşerên Kurd." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêber Abdullah Ocalan dibêje "Bi awayê xuya dike, pirsgirêka Kurd wek encama ruhê zarokekî ‎rûmeta wî hatiye şikandin û di nava şert û mercên kêm de çavên xwe vekirine, derketiye holê ‎û ya rastî bi rewşa heyî bi temamî gerdûnî bûye.”‎

DOSYA

- Dema dawîn, dema hilweşîna Îslama siyasî û rêxistinên Îxwan Muslimîn bû, bi taybetî li Rojhilata Navîn ji Misir û Sûdanê û heta Tûnis û Mexribê. Pêşbînî hene ku ev hilweşîn wê bigihije hemêzkerê sereka ya vê şepelê anku Tirkiye. Çima Îslama siyasî hilweşiya? Di navbera hilweşîna li Rojhilata Navîn û geşbûna li Asyaya Navîn de têkiliyeke çawa heye?

CIVAK Û JIYAN

- Komîteya tenduristiyê ya Rêveberiya Sivîl a damokratîk a Herêma Tebqayê, yekemîn navenda tenduristiyê li bajarokê Cirniyê yê bakurê gundewarê Tebqayê vekir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

- Ji bo naskirina lêkolînên têkildarî jin û dîroka wê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî hin guhartinên li ser madeya jineolojiya çêkirin, ji nû ve made xist meteryala xwendinê ya 2021/2022. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA