Li Rojava şanoya kolanan

Komuna Şanoyê lîstikên xwe li kolanên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêşî gel dike. Endamê Komuna Şanoyê Kawa Fettah got "Gel gelekî ji lîstikên me hez kir. Em ê van lîstikan bibin gundan jî û şanoyê bigihînin tevahiya civakê."

Li Rojava şanoya kolanan
Li Rojava şanoya kolanan
Li Rojava şanoya kolanan
Li Rojava şanoya kolanan
23 îlon, 2021   02:02
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Komuna Şanoyê ya li Qamişloyê dixebite, lîstikên xwe di rojên dawîn de ji ser dikan derbasî kolanan kirin.

Lîstikvanan li bazara Qamisloyê, Rimêlan, Girkê Legê, Amûdê û Dirbesiyê lîstikên xwe pêşandan. Li van bajaran gel eleqeyeke mezin raber kir. Ji lîstikvanên Komuna Şanoyê Kawa Fettah ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ew hewl didin lîstikên xwe bibin gundan jî û şanoya kolanan ji bo wan nû ye.

Komuna Şanoyê di 27'ê Îlona 2018'an de hate damezirandin. Li gel lîstikên Serwer, Çiyayê Kurmênc, Qîrîna Waşokanî û Giyanên Şawîtî, komê 8 lîstikên şanoyê lîstin. Her wiha Kawa Fettah diyar kir ku ew organîzatorên Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol in ku her sal tê lidarxistin.

Kawa Fettah got wek şanoger ew jî di kampanya û xebatên cuda de cihê xwe digirin û diyar kir ku bi 9 kesan re dest bi xebata şanoya kolanan kirine û wiha axivî:  "Bi vê xebatê me armanc kir ku em peyama xwe bigihînin raya giştî. Me şanoya xwe ya kolanê bi şêwaza skeçeke 13 deqeyan li Qamişlo, Girkê Legê, Rimêlan, Dirbesiyê û Amûdê lîst. Em armanc dikin ku di rojên pêş de lîstika xwe bibin gundan jî."

'SKEÇ SERPÊHATIYÊN GEL VEDIBÊJE'

Kawa Fettah der barê naveroka lîstikên wan de wiha got: "Birayek ji ber meseleya zeviyê neheqiyê li birayê xwe yê din dik û zeviyê parçe dikin. Helbet, di vê rewşê de yê herî zêde sûdê jê werdigire, axayê gund e. Axa dikeve navbera her duyan û fesadiyê dike. Piştre birayek birayê din gulebaran dike. Îro gelê me yê di civaka kapîtalîst de dijî, her tim bi çîrokên wiha re rû bi rû ye. Lewma ji bo rewşên bi vî rengî bisekinin, me lîstikeke bi vî rengî çêkir. Temaşevan pir ji lîstika me hez dikin."

Kawa Fettah da xuyakirin ku wek Komuna Şanoyê cara yekemîn wan lîstikên xwe derxistine kolanan û lîstikên bi vî rengî kêm caran li Rojava dihatin lîstin û wiha pê de çû: "Bi vê lîstikê em dikarin rasterast bibînin ku peyama me di nava gel de ji re xwe bersivek dîtiye. Dema me li Qamişloyê lîst jî, eleqeyeke heyî em matmayî hiştin. Vê eleqeyê li cihên din jî dewam kir. Baldarîya li kolanan ji ya li dikan û holan zêdetir e. Li holan temaşevan jixwe tên li me temaşe dikin, lê belê mirovên di kolanan re derbas dibin ji nişka ve hemû bala xwe didin me. Em ji bo civakê lîstikên xwe dilîzin.”

'DIVÊ ŞANO DERKEVE KOLANAN'

Kawa Fettah îşaret pê kir ku divê lîstikên li kolanan zêdetir derkevin pêşberî temaşevanan û got: "Heta niha ji ber ewlehî û sedemên din me nedikarî lîstikên kolanan bilîzin. Lê belê di demên dawî de ji bo derbaskirina vê pêvajoyê, em daketin kolanan. Bi taybetî li gelek welatan ev lîstikên kolanan hatin pêşandan. Li Rojava şano tenê dikaribû di festîvalan de cih bigire. Sedemeke din a nekarin şanoyan li kolanê çêkin jî ew bû ku şanoya kurdî di dema serweriya hikumeta Şamê de qedexe bû. Niha dik ên me ne û em dikarin lîstikên xwe bi azadî pêk bînin. Lê belê vê yekê jî rê neda ku şano derkeve kolanan. Em hewl didin bi lîstikên kolanan vê kêmasiyê bi ser bixin."

Her wiha Kawa Fettah got: "Bi taybetî di civakên kapîtalîst de hol derdikevin pêş û nahêlin şano bigihêje civakê. Di vê çarçoveyê de şanogerên mîna me lîstikên xwe derdixin kolanan û hewl didin gel hişyar bikin. Ji bo me girîng e ku em lîstikên li kolanan bidomînin û li gelek cihan bi temaşevanan re werin ba hev. Di rojên pêş de em ê lîstikên xwe derbasî gundan jî bikin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1_N1FArBUUk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>