Wezîrê karê Derve yê hikumeta Şamê xwest ku Tirkiyê ji herêmên dagirkirî derkeve

Wezîrê Karên Derve yê hikumeta Şamê Feysel El-Miqdad ji dagirkeriya Tirk xwest ku yekser ji herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriye, derkeve.

Wezîrê karê Derve yê hikumeta Şamê xwest ku Tirkiyê ji herêmên dagirkirî derkeve
23 îlon, 2021   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Miqdad di axaftina xwe ya bi ajansa Novosti ya Rûsyayê re got:"Divê dewleta Tirk tavilê  hêzên xwe bikşîne û divê civaka navnetewyî rola xwe bilîze û ji bo rizgarkirina axa Sûriyê ya   bakurê welêt ya dagirkirî, destekê bide Sûriyê."

Miqdad anî ziman ku sedema rageşiyên dawîn a Idlibê piştgirîdayîna dewleta Tirk a dagirker  ji komên terorîst re ye.

Piştî serokê Rûsya Vladîmîr Pûtîn bi hempîşeyê xwe yê Sûriyê Beşar El-Esed re civiya daxuyaniyên hikumeta Şamê li dijî dewleta Tirk zêde bûn. Her wiha her du serokan piştrast kir ku divê hêzên biyanî ji Sûriye derkevin.

(dm)