ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 23-09-2021
22 îlon, 2021   23:00

- Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk diyar kir ku hêzên wan dê parastina herêmê û gelê xwe bikin û got: "Hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li hember windahiyan bê deng in û ji bilî biryara Rûsyayê nikarin parastinê bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê diyar kir ku piştî ‎Hêzên Ewlekariya Hundirîn kedên xurt ji bo têkbirina terorê sûcan pêk anîne, li herêmên Dêrazorê pêşdeçûnên berbiçav ji aliyê ewlehiyê xuya bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Meclisa Kantona Girê Spî, Hemîd El-Ebid da zanîn ku Koalisyona Navnetewî û Rûsyaya garantor berpirsên berdewama sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Hevserokê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Tebqayê Îbrahîm Mihemed got naskirina Rêveberiya Xweser mafekî rewa yê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Li ser vê yekê divê civata navneteweyî û hêzên siyasî piştgiriya wê bikin, ji ber ku projeyeke siyasî ji krîza Sûriyê re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Kurd û Ereb êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û got: "Ne ji bêdengiya navneteweyî ya şermok bûya wê xwîn nedihat rijandin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Koçberên Efrînê yên li Kampa Berxwedan a Şehbayê dimînin qebûl nakin vegerin Efrînê û di bin serweriya dagirkeriya Tirk de bijîn. Her wiha koçber qebûl nakin bibin koleyê ENKS`ê ku hewl didin şêniyan bixapînin da ku vegerin Efrînê ruxmî ku sûcên dewleta Tirk a dagirker berdewam in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê siûqastkirina têkoşer Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) şermezar kir û karekî îxanetê hesiband û bang li PDK’ê kir ku helwesta xwe ji sûca siûqastkirina têkoşber Şukrî Serhed zelal bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar û hiqûqnasan bêdengiya civaka navneteweyî ya derbarê bikaranîna artêşa Tirk a dagirker ji çekên kîmyawî re li Herêmên Parastinê yên Medyayê weke hevkariya bi dagirkeran re, nîşan da. Her wiha teqez kir ku divê komîteyeke qanûnî were avakirin da ku lêpirsînê derbarê sûcên dewleta yên derqanûnî de bike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Di demekê de ku li Tirkiyê di ser nîqaşên têkildarî hilbijartinan re tevgerekê dest pê kiriye, bi taybetî jî hewldanên ji bo berevajîkirina eniya demokrasiyê, ne feydeyê didin têkoşîna Kurdan ne jî têkoşîna demokrasiyê ya Tirkiyê. (BI WÊNE)

DOSYA

- Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de bi tunebûna sotemenî û xwarinê re her ku diçe alozî kurtir dibe. Zehmetiyên ku di zivistana borî kişandine hîna di bîra şêniyan de ne. Şênî bi fikar in ku zivistana îsal ji ya berê dijwartir derbas bikin. (BI WÊNE)

JIN

- Endamên rêxistinên jinan, di çarçoveya hemleya "Dem dema azdiyê ye" ya bi armanca azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan de ye bang kir ku têkoşîneke mezin û hevgirtî pêk bînin. ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

- Komuna Şanoyê lîstikên xwe li kolanên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşkêşî gel dike. Endamê Komuna Şanoyê Kawa Fettah got "Gel gelekî ji lîstikên me hez kir. Em ê van lîstikan bibin gundan jî û şanoyê bigihînin tevahiya civakê." ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

- Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yaid Lapid di vê dawiyê de plansaziyeke têkildarî rêbazên danûstandinên bi Xezayê re li ser esasê bazirganiya aborî û nermbûna rewşa jiyanî li Xezayê li bermaberî pêkanîna ewlehiyê bi Îsraîlê re, pêşkêş kir. Lê pisporan diyar kir ku guman hene ku ev plansazî bi ser nekeve û derfeta pêkanîna wê jî tune ye.

ANHA