Demhat Birûsk: Em ê bi xurtî parastina herêm û gelê xwe bikin

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk diyar kir ku hêzên wan dê parastina herêmê û gelê xwe bikin û got: "Hêzên Rûsya û hikumeta Şamê li hember windahiyan bê deng in û ji bilî biryara Rûsyayê nikarin parastinê bikin."

Demhat Birûsk: Em ê bi xurtî parastina herêm û gelê xwe bikin
22 îlon, 2021   23:38
HESEKÊ-DIYAR EHMED

Ji 13`yê Tebaxa derbasbûyî ve artêşa Tirk û çeteyên wê bi awayekî dijwar û rojane êrişî herêma Til Temirê dikin û sivîlan hedef digirin.

Êrişên dagirkeriya Tirk li dijî gundên tê de şênî û sivîl hene tên kirin û di wan êrişan de çekên giran tên bikaranîn.

Di encama wan êrişan de şêniyên gundên ku bi topbaranê re rû bi rû dimînin, koçber dibin. Di heman demê de zirareke mezin gihaşt mal û milkên sivîlan, dibistan û mizgeftan, sivîl birîndar bûn, di nav de zarok jî hebûn. Lê dîsa jî hêzên Rûsyayê ku qaşo li herêmê hêzeke garantor e bê deng in.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk ji ajansa me re axivî û got: "Gundên ku hatin hedefgirtin, Dirdara, Tewîle, Til Kerih Bêt û Um El-Kêf bûn, her wiha gelek gundên asûriyan û gundên başûrê rêya M4 hatin hedefgirtin."

Artêşa Tirk û çeteyên wê hewl didin şênî koçber bibin, da ku demografiya herêmê biguherin û bi hêsanî herêmê dagir bikin. Ji lew re avahiyên giştî, perwerde û binesaziya gundewên li ser eniyên şer yên Serêkaniyê û Girê Spî hedef digirin.

ꞌDIBISTAN Û MIZGEFT TÊN WÊRANKIRINꞌ

Birûsk destnîşan kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê bêyî cudahî yekser dibistan û perestgehan hedef digirin, di encamê de ziyanên madî li mal û milkên sivîlên li tevahiya gundan çêdibin.

Demhat Birûsk da zanîn ku di encama êrişên artêşa Tirk de dibistanên gundên Eboş, Bab El-Xêr  û Gozeliyê hatin hilweşandin, pê re jî bi sedan zarok ji mafên xwendinê bê par man.

Her wiha gundewarên Eyn Îsa û Girê Spî jî ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve têne hedefgirtin, li hemberî van êrişan û ruxmî ku bi dehan leşkerên hêzên Rûsyayê û yên hikumeta Şamê têne kuştin û birîndar dibin, lê dîsa jî bê deng in.

ꞌHÊZÊN HIKUMETA ŞAMÊ BÊYÎ BIRYARA RÛSYAYÊ NIKARIN XWE BIPARÊZINꞌ

Têkildarî helwesta hêzên Rûsyayê ku wekî hêzên garantor derbasî herêmê bûne, Birûsk ev nirxandin kir: "Hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê wekî hêzên garantor derbasî herêmê bûn, da ku em bi hev re wan êrişan têk bibin, lê piştî du salan ji derbasbûna wan li hemberî êrişan her du hêzan tu helwest nîşan nedan."

Di encama êrişên dawî yên li dijî gundên navçeyên Til Temir û Zirganê leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin.

Demhat Birûsk destnîşan kir ku di encama êrişên dawî yên li dijî Dirdara û Um El-Kêf de, leşkerên hikumeta Şamê hatin hedefgirtin û wiha dewam kir: "Hêzên hikumeta Şamê li hemberî dijmin bê deng man û dema ku ji wan hate pirsîn, çima hûn bê deng in? Gotin, em li benda biryara hêzên Rûsyayê ne ku parastina xwe bikin û bersiva van êrişan bidin."

ꞌHÊZÊN ME TU CARÎ ÊRIŞ NEKIRINE, LÊ BELÊ PARASTINÊ DIKINꞌ

Dezgehên ragihandinê yêN girêdayî artêşa Tirk û çeteyên wê beriya demekê, nexasim piştî ku şikestin, îdia belav kir ku hêzên leşkerî yên li herêmê agirbestê bin pê  dikin, ji lew re wan êrişên xwe dijwar kirine.

Demhat Birûsk ev îdia derewand û got: "Em propogandayên dewleta Tirk a dagirker ên ku hêzên me êrişî nuqteyên wan ên li herêmên dagirkirî dikin, red dikin, ji ber ku hêzên me parastina herêmê û gelê xwe dikin."

Birûsk ev lê zêde kir: "Em êrişî tu kesî nakin, ew êrişî hêz û herêmên me dikin, di çarçoveya parastina rewa de me gelek caran êrişên wan têk birine. Em hêzên parastinê ne û li gorî peymanan tev digerin, lê hûn êrişî herêmên me dikin."

Birûsk piştrast kir ku ew amade ne bersiva hemû binpêkirin û êrişên ku herêmê dikin armanc, bidin, her wiha ew ne li benda tu hêz an jî dewletekê ne ku parastina erd û gelên wan bikin.

PEYAM

Demhat Birûsk ev li axaftina xwe zêde kir: "Em bi hêz in û dê parastina xaka xwe li hember her cure êrişan bikin. Dê hêzên me bi piştevaniya gel vê merheleyê derbas bike."

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Demhat Birûsk wiha dawî li gotina xwe anî: "Til Temir ruxmî biçûk e, bi bajarê şehîdan tê naskirin, ji lew re em sozê didin malbatên şehîdan û zarokên wan ku hêzên me şopdarên rêya şehîdan in û heta misogerkirina armancên wan, ew ê terka wê rêyê nekin."

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/g0hBLyh1JC8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>