​​​​​​​‛Divê PDK’ê helwesta xwe ji sûca siûqastkirina Şukrî Serhed zelal bike’

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê siûqastkirina têkoşer Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) şermezar kir û karekî îxanetê hesiband û bang li PDK’ê kir ku helwesta xwe ji sûca siûqastkirina têkoşber Şukrî Serhed zelal bike.

​​​​​​​‛Divê PDK’ê helwesta xwe ji sûca siûqastkirina Şukrî Serhed zelal bike’
23 îlon, 2021   03:08
KOBANÊ

Bertekên têkildarî siûqastkirina têkoşerê Şukrî Serhed ku MIT’a Tirk li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê şehîd xistiye bilind dibin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê siûqastkirina şehîd Şukrî Serhed şermezar kir û hêrsa xwe li hember êrişên hovane yên artêşa Tirk a dagirker li dijî malên sivîlan ên li Kurdistanê û siûqastkirinên li dijî têkoşer û fermandarên Kurd nîşan da.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê ya 35 kîlometre li başûrê Kobanê, Ferdos Kino wiha got: "Siûqastkirina hevrê Şukrî Serhed ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve planeke nû ya têkbirina vîna me ye ku bi rêya ajanên wê ye ku têkoşer û fermandarên Kurd hedef digire."

Ferdos Kino wiha domand: "Em Meclisa Malbatên Şehîdan piştrast dikin ku dewleta Tirk a dagirker nikare vîna me têk bibe. Em ê li hember êrişên li dijî herêmê li ber xwe bidin. Ji ber şehîdan nexşeya berxwedanê ji me re ava kir."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê Behdînan Şêx Mihemed jî wiha got: "Piştî binketinên dubare dewleta Tirk a dagirker bi firokeyên bêpîlot û siûqastan têkoşer û sivîlan hedef digire."

Behdînan Şêx Mihemed ev tişt anî ziman: "Divê PDK’ê tevkariya bi MIT’a Tirk ku qirkirina kurdan armanc dike berde. Bes e îxanet. Ji ber dem dema birydardayînê ye û ne wergirtina perspektîfan ji MIT’a Tirk e."

Li aliyekî din jî endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê Emîne Yasîn wiha got: "Tiştê ku dewleta Tirk a dagirker kiriye karekî tirsonek e û PDK’ê jî hevkar e. Ez ji kesên vê partiyê bi rê ve dibin re dibêjin: gelo hûn ji xwe şerm nakin?"

Emîne Yasîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em kurdên li Rojava siûqastên li dijî têkoşerên xwe çi li hundirê Rojava çi jî li derveyî wê qebûl nakin. Armanca dewleta Tirk a dagirker eşkere ye û wê şerekî topyekon li dijî me ragihandiye. Ji lew re divê PDK’ê li hesabên xwe vegere û helwesta eşkere nîşan bide, yan ji tevkariya bi Tirkiyê berde yan jî li aliyekî bimîne û nebe tevkarî siûqastkirina pêşengên me."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fXrtUgWYQxo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>