Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir

Îro Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşmeya "Bi rengê jina ciwan em ê şoreşa çandî geş bikin" Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan orgenîze kir.

Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
Mîhrîcana 3`yemîn a Şehîd Stêrvan dest pê kir
22 îlon, 2021   18:59
ŞEHBA

Mîhrîcana çandê, huner û werzîşê ji aliyê Tevgera Jina Ciwan a Herêma Efrînê ve hate destpêkirin. Ev mîhrîcan taybet bi jinên ciwan e û du dewre li kantona Efrînê ya dagirkirî hate orgenîzekirin û ya sêyem jî niha li kantona Şehbayê hatiye orgenîzekirin.

Bernameya mîhrîcanê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama Koordînasyona Tevgera Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Ferîde Nasan axivî û îşaret bi girîngiya mîhrîcanê kir û got: "Mîhrîcan bi armanca zindîkirina çand û mîrateyan e, bi rêya pêşangehên hunerî û çandî mirov urf û adetên xwe û koka xwe nas dike."

Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Kantona Efrînê Fatime Silêman axivî û îşaret bi girîngiya rola jinan di çand û hunerê de kir û ev tişt got: "Birêvebirina jinan ji mîhrîcanê re hêzek e ku dikare pêşengtiyê di tevahî aliyên jiyan de bike."

Fatime Silêman da zanîn ku divê ciwan hîn zêdetir tev li qada huner û hunerê bibin, ji ber ku  ew dikarin rola dînamîkî di civak û parastina wê ji hilweşînê de bikin.

Paşê Koma Şehîd Hêva ya Stranan a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Efrînê, stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Koma Stêrvan a Dîlanê ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Efrînê çend govendên folklorîk pêşkêş kirin.

Dûvre Koma Şehba ya taybet bi jinan stranên erebî yên şoreşgerî û foklorîk pêşkêş kirin.

Di dawiyê de Koma Şehîd Viyan Soran a Tevgera Hîlala Zêrîn a Kantona Efrînê ya Dîlanan çend govendên foklorîk pêşkêş kirin.

Di dawiyê de komên beşdar bûn hatin xelatkirin.

Sibe dê çalakiyên Mîhrîcana 3`yemîn a Stêrvan bi dawî bibin.

(eh)

ANHA