Li Şehbayê mayînek bi 4 zarokan de teqiya

Li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê di danê berêvarê de mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê bi 4 zarokan de teqiya û yek ji wan bi giranî birîndar bû û rakirin Helebê.

Li Şehbayê mayînek bi 4 zarokan de teqiya
Li Şehbayê mayînek bi 4 zarokan de teqiya
Li Şehbayê mayînek bi 4 zarokan de teqiya
Li Şehbayê mayînek bi 4 zarokan de teqiya
22 îlon, 2021   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Di danê berêvarê de li navçeya Ehdas a kantona Şehbayê 4 zarokan mayînek ji bermahiyên DAIŞ’ê ditibûn û pê dilîstin, lê mayîn bi wan de teqiya. Li gorî agahiyan 4 zarok birîndar bûn û yek ji wan bi giranî birîndar bû û rakirin nexweşxaneya Helebê.

Navên wan wiha ne; Ismet Teter Exres (12), Mihemed Teter Exres (6), Zuhêr Teter Exres (14), Rulêf Mihemed Elî (8) ku bi giranî birîndar bûye.

(fr)

ANHA