Hikumeta Şamê: Rejîma Tirk piştgiriyê dide terorîstên li Sûriyê

Hikumeta Şamê got, ev 10 sal in dewleta Tirk a dagirker li hemberî Sûriyê siyaseteke dijminane dimeşîne, bi destekdayîna terorîstan û dagirkirina erdên Sûriyê, koçberkirina xelkê wê, talankirina şûnwaran û qutkirina avê, serweriya welêt binpê dike.

Hikumeta Şamê: Rejîma Tirk piştgiriyê dide terorîstên li Sûriyê
20 îlon, 2021   12:43
 NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji Wezareta Karên Derve û Penaberan ya hikumeta Şamê îro bi daxuyaniyekê wiha got: “Her ku rojek li ser dagirkirina herêmên Sûriyê ji aliyê dewleta tirk ve derbas dibe, niyetên hikumeta AKP`ê zelaltir dibin. Bi taybetî di warê destekdayîna terorê û rêxistinên terorîst ên di lîsteyên Meclisa Ewlehiyê de. Her wiha îsrar dewleta Tirk a binpêkirina serweriya Sûriyê û derketina wê li hemberî biryarên Meclisa Ewlehiyê , nepêkanîna rêgezên qanûna navneteweyî û qanûna mirovî ya navneteweyî, zêde dibe.

Agahiyên li ser ketina wezîrê parastinê yê hikumeta rejîma Tirkiyê Hulusî Akar  bi awayekî nerewa ji xaka Sûriyê re, hatin. Hate gotin ku gelek civîn bi serçeteyên komên terorîst ên çekdar ên li gundewarê bakurê Helebê re çêkirin. Bi vê yekê îsbat dibe ku gotinên me rast in.”

Çavkanî wiha dewam kir: “Hikumeta Şamê van kiryarên dijminane yên dewleta Tirk şermezar dike û wekî kiryarên dijminahiyê û binpêkirina serwerî, serxwebûn, ewlehî û yekitiya xaka Sûriyê dibîne. Her wiha parçeyekî siyaseta dijminan ye ku dewleta Tirk ji beriya 10 salan ve li dijî Sûriyê dimeşîne. Ew siyaset li ser binpêkirina serweriya nîştimanî ya welatekî cîran û hedefgirtina aramî, aştî û îstiqrara wî welatî, tê meşandin.

Ev yek bi rêya destekdayîna komên terorîst ên çekdar li Sûriyê, hêsankirina tevgerên wan û çalakiyên wan ên terorî, fînansekirin û biçekkirina wan, tê kirin. Her wiha dagirkirina parçeyên xaka Sûriyê, koçberkirina xelkê wan, dizîn û talankirina şûnwaran û berhemên binerd ên Sûriyê, rûxandina binesaziyê û talankirina milkên giştî û taybet. Her wiha binpêkirina peymanên taybet bi ava çemê Firatê, qutkirina ava vexwarinê û avdanê ji ser welatiyên li Bakur Rojhilatê Sûriyê û herêm û bajarên din ên Sûriyê ku ava Firatê çavkaniya ava vexwarinê û avdanê ye. Li aliyekî dn jî stasyonên kehrebeyê  hatin rawestandin."

Hikûmeta Şamê bang li sekretêrê Giştî yê NY`yê û nûnerê taybet ji Sûriyê re her wiha Meclisa Ewlehiyê kir ku der barê kirinên dijminahî yê rejîma Tirkiyê helwesteke diyar û eşkere bigrin û li gorî biryarên Meclisa Ewlehiyê yên girêdayî rewşa Sûriyê bin.

Çavkanî di dawiya daxuyaniya xwe de piştrast kir ku Sûriye parastina mafê ku di destûrê de hatiye, qanûnên niştîmanî sûrî, pîvana qanûna navneteweyî û bendên destûrê diparêze. Ev jî bersiva kiryarên dijminahî yên dewleta Tirke û sînor ji wan re datîne.

 Ev daxuyanî di dema ku hikûmeta Şamê ragihand ku ewê tev li xebatên dewreya 76`an a komeleya giştî ya NY`yê bibe, hate dayîn.

Daxuyaniya hikûmeta Şamê dê di 27`ê Îlonê de ji aliyê El-Miqdad ve were dayîn û têde helwesta Şamê ji dozên cûda û geşedanên girêdayî rewşa Sûriyê û herêmê, heye.

(cx-bx)

ANHA