Bi boneya salvegera 18`an a damezirandina PYD`ê çalakiyên cihêreng li dar ketin

 Bi boneya salvegera 18`an a damezirandina PYD`ê li navçeyên Til Birak û Amûdê nivîsgeha partiyê daxuyanî da. Bi heman armancê şahiyek li kantona Şehbayê hate lidarxistin.

Bi boneya salvegera 18`an a damezirandina PYD`ê çalakiyên cihêreng li dar ketin
20 îlon, 2021   12:21
QAMIŞLO

Îro bi boneya salvegera 18`a a damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

nivîsgehên PYD`ê yên li navçeyên Til Birak û Amûdê yên girêdayî kantona Qamişloyê daxuyandî da.

Di dauxyaniyê de hat destnîşankirin ku partiyê li gorî rêgezên şoreşê rewşa xwe dinirxîne û vê boneyê wek fersendekê dibîne da ku li xwe vegere. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinan di têkoşîna partiyê de roleke mezin lîst û tev li hemû waran bû. Her wiha pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê modeleke rêveberiya xweseriya demokratîk pêk anîn ku ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê mînakeke û dê ewlehiyê ji gel Sûriyê re bîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin PYD`ê ji damezirandinê ve, hewl da bibe nûnerê gelê Sûriyê û ji bo pêkhateyên Sûriyê bigihîne hev têkoşiya.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê ji bo sepandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, bidawîanîna li dagirkirina herêmê ji aliyê dewleta Tirk ve hat dayîn.

ŞEHBA

Her wiha PYD`ê li kampa Serdem a li gundê Til Sosin a kantona Şehbayê bi dirûşmeyê "Bi yekitiya demokratîk emê dagirkeran têk bibin, Rêveberiya Xweser pêş bixin û Sûriyeke demokratîk, ava bikin" şahiyek lidar xist.

Bi dehan şênî, nûnerên Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîreyên kantona Şehbayê beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê Jiyan Gul Dado axivî, salvegera damezirandina PYD`ê pîroz kir û ev tişt got: "Ev partî ji civaka me re bûye ronakbîrek û ji ber wê jî salvegera damezirandina wê li me pîroz be."

Her wiha Hevseroka PYD`ê Ayşe Hiso jî salvegera damezirandina PYD`ê pîroz kir û wiha axivî: "Em salvegera damezirandina partiya xwe li rêber Abdullah Ocalan, pîroz dikin."

Ayşe Hiso wiha domand: "Bi saya şehîdan em gihaştin roja îro. Şehîdên ji bo me rêya têkoşînê ronî kir û cane xwe ji bo parastina destkeftiyan, feda kir."

 

Paşê endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Elîf Mihemed behsa hewldanên di têkbirina planên dijmin de kir û ev tişt anî ziman: "Dijmin bi rêya pilanên xwe nikare îradeya me têk bibe. Em bi xwe dikarin xwe biparêzin."

Di dawiyê de endamên Tevgera Çand û Huner a kantona Efrînê stranên filkolorî pêşkêş kir.

(şx-bx)

 ANHA