Li Rûsyayê di êrişa çekdarî de herî kêm 5 kes mirin

Li Zanîngeha Perm a Rûsyayê êrişeke çekdarî pêk hat, herî kêm 5 kes mirin, 6 kesên din jî birîndar bûn.

Li Rûsyayê di êrişa çekdarî de herî kêm 5 kes mirin
20 îlon, 2021   09:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Zanîngeha Perm a Rûsyayê di êrişeke çekdarî de herî kêm 5 kes mirin û 6 kesên din birîndar bûn.

Komîteya Lêpirsînê daxuyaniyek derbarê êrişê de da û got; “20’ê Îlonê li yek ji avahiyên zanîngehê, xwendekarekî gule li derdorê reşand. Di encamê de 5 kes hatin kuştin, 6 kes jî birîndar bûn.”

Zanîngehê beriya niha daxuyaniyek dabû û gotibû; “Saet di 11:00`an de kesekî ku nasnameya wî nediyar e kete kampusa zanîngeha Permê û gule reşand.”

Li gorî Komîteya Lêpirsînê ya Rûsyayê êrişkar hatiye girtin.