'Êrişa li Silêmaniyê destpêkirina qonaxeke nû ya xeter e'

Mihemed Ebdullah da zanîn ku êrişên li Silêmaniyê bi destê MÎT`ê pêk tên encama binpêkirina serweriya Başûrê Kurdistanê ne û got: “Ev êrişa terorîst li dijî hemû gelê Başûrê Kurdistanê bû. Bêdengiya hikûmeta Başûrê Kurdistanê nîşaneya hevkariyê ye.”

'Êrişa li Silêmaniyê destpêkirina qonaxeke nû ya xeter e'
20 îlon, 2021   02:36
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Li bajarê Silêmaniyê di 16 Îlonê de welatparêzekî ji Bakurê Kurdistanê hat hedefgirtin, 17`ê Îlonê jî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) di êrişa MÎT`ê de hat şehîdxistin.

Hevserokê Tevgera Azadî ya Komelgeya Kurdistanê Mihemed Ebdullah, têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û diyar kir ku dewleta Tirk li beramberî tevgera azadiya Kurdistan nikare bi ser bikeve û ji ber wê jî planên nû amade dike.

Ebdullah destnîşan kir ku Başûrê Kurdistanê bûye navendeke şerê li dijî Kurdan û wiha dewam kir: “Li Başûrê Kurdistanê ne ji bo şoreşê, li dijî şoreşê şer tê kirin. Bi taybet di şexsê PDK`ê de şerê li dijî Kurdan û şoreşê tê kirin.”

Mihemed Ebdullah da zanîn ku PDK`ê li dijî deskeftiyên gelê Kurd şerek daye destpêkirin û ev bang li gelê Kurd kir: “Divê zext li PDK`ê bê kirin, li her cihî têkoşîna li dijî PDK`ê bê xurtkirin.”

ÊRIŞÊN LI SILÊMANIYÊ ENCAMA BINPÊKIRINA SERWERIYÊ NE

Ebdullah, derbarê bûyerên ku bi destê MÎT`ê pêk tên anî ziman ku serweriya Başûrê Kurdistanê hatiye binpêkirin û wiha got: “Ev êrişa terorîst li dijî hemû gelê Başûrê Kurdistanê bû. Ev êriş binpêkirina dersthilata hikumetê, hêzên ewlehiyê û serweriya herêma Başûrê Kurdistanê ye. Ev êrişa li ser hevalê Şukrî despêkerina qonaxeke nû ya xeter e. Êdî dewleta Tirk li herêmên Başûrê Kurdistanê eşkerê bi destê MÎT`ê êrişên xwe pêk tîne. Bêdengiya deshiladariya herêma Başûrê Kurdistanê tê wateya ku hevkarê dewleta Tirk e. Ev teror gihiştiya radeyeke eşkere. Cihê hevalê Şukrî hatiye şehîdxistin gelek kamera lê hene. Ger hêzên ewlekariya Silêmaniyê vê terorê eşkere nekin ew jî dibin berpirsyar û di bin cihê gumanê. Em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hêzên ewlekariya herêmê dikin ku parastinê xurt bikin da ku têkoşerên gelan nebin hedefa terora dewleta Tirk. Divê li herêmê rê nedin sîxurên dewleta Tirk. Qonaxeke hestiyar e û divê her kes hişyar bin.”

DAGIRKERÎ GIHAŞTIYE LUTKEYÊ

Ebdullah bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk ya ku bi sedan salan destpê kiriye û anî ziman ku ev dagirkerî di van demên dawî de gihaştiye lutkeyê û wiha lê zêde kir: “Piştî Şerê Cîhanê yê yekem armanca wan ya serêke ew bû ku di dîzaynkirina nû de nehêlin Kurd bigihêjin mafê xwe û bibin xwedî statû. Ji bo ku li tu cihî Kurd negihêijn armanca xwe zextên gelek mezin dan meşandin. Ev zexta dewleta Tirk piştî sedsalî gihaştiye lutkeyê.”

LI DIJÎ KURDAN DAXWAZA AVAKIRINA PLANGERIYÊN NÛ DIKIN

Mihemed Ebdullah di dewama nirxandina xwe de destnîşan kir ku taybetmendiya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn wekî Şerê Cîhanê yê Yekemîn e û got: “Cara yekem hêzên cîhanî hatin herêmê û xwestin li herêmê dîzayneke nû çêbikin. Niha jî bi heman armancê dixwazin dîzayneke nû çêbikin. Dewleta Tirk ji aliyêkî ve dixwaze statûya xwe biparêze û ji aliyekî din ve jî hewl dide ku nehelê gelê Kurd bigihêje statûya xwe. Lê mixabin hin hêz jî bi rola Hesen Xeyrî rabûne yên wekî PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê dikin. Dîsa ji berê de çawa ku lihevkirinên sêalî di navbera dewleta Tirk, Îran û Sûriyê de hebû niha jî bi heman şêwazê dixwazin li dijî Kurdan plangeriyên nû avabikin. Plangeriya dewleta Tirk ya li ser Başûrê Kurdistanê di heman demê de plangeriyek li ser dewleta Iraqê ye jî. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê di nav di heman cografiyê de ye.  Ji bo wê bêdengiya dewleta Iraqê li dijî kiryarên dewleta Tirk dide xuyakirin ku planeke bi zanebûn heye. Ew jî destê dewleta Tirk di aliyê dagirkeriyê de xurt dike.”

'DEWLETA TIRK NIKARE BI SERBIKEVE'

Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirk li beramberî tevgera azadiya Kurdistanê nikare bi ser bikeve û ev tişt lê zêde kir: “Dewleta Tirk esas hêza xwe ji NATO`yê û dewletên dîtir digire. Ruxmî ku dewleta Tirk ewqasî êriş dike encam nagire. Me çend roj berê bihîst ku serbazên dewleta Tirk wê li hev kom bibin dibêjin ku 'teknolojiya me têrî vî şerî nake, ji ber ku îradeya wan ji teknîka me bihêztire'. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk di vî şerî de binketiye. Dibe ku dewleta Tirk bi êrişan hinek pêşketibe lê ev naye wateye ku bi serketiye. Ger wekî dewleta Tirk ku dibêjin şer de biserkeftî bin wê demê çima banga alîkariyê li Amerîka, Îran, Irak, YNK û PDK`ê dike. Ev hemû eşkere dike ku dewleta Tirk li beramberî Tevgera Azadiyê û Hêzên Parastina Gel binkeftiye.”

HIN PLANÊN DEWLETA TIRK

Ebdullah di nav axaftinên xwe de behsa hin armancên dewleta Tirk kir û wiha diyar kir: “Di ser Başûrê Kurdistanê re dixwaze qeyrana xwe ya aborî derbas bike. Ji bo wê Başûrê Kurdistanê kiriye qada bazarê. Ji petrol wê sûdê werdigire. Ev mijareke serêke ye. Xala din jî dixwaze li Başûrê Kurdistan şerê gelê Kurd bike. Dixwazin li Başûrê Kurdistanê îradeya gelê Kurd bişkîne. Dîplomasiya di navbera Iraq û Tirkiyê de jî bi armanca aliyê asayî de bi destê Iraqê li ser Başûrê Kuridstanê zext pêş bixin. Hin hêzên Iraqê hene ku têkiliyên wan li gel dewleta Tirk baş in. Ji aliyêkî vê dixwaze li çiyayên Başûrê Kurdistanê dagir bike, li aliyê din jî dixwaze şerê Kurd bi Kurd pêş bixîne. Yanî Başûrê Kurdistanê bûye navendeke şerekî dijî Kurdan. Li Başûrê Kurdistan ne ji bo şoreşê, li dijî şoreşê şer tê kirin. Bi taybet di şexsê PDK`ê şerê li dijî Kurd li dijî şoreşê tê dayîn. Hemû hewildanên wan dijberî gelê Kurd jib o dagirkeriya Kurdistanê ye.”

'ÎXTIMAL HEYE KU ŞEREKÎ MEZINTIRÎN ÇÊ BIBE'

Têkildarî sekna PDK`ê ya dijberî vîn û deskeftiyên gelê Kurd de Ebdullah, ev tişt anî ziman: “PDK`ê girêdayî dewleta Tirk e û ji derveyî xwesteke wan dernakeve. Dewleta Tirk zextek li ser malbata Barzanî kiriye. Çiqas dewlemendiyên malbata Barzanî hene di bankên dewleta Tirk de ne. Di referandûma Başûrê Kurdistanê de PDK`ê planên dewleta Tirk bi rêve bir. Her çiqas PDK`ê hemû planên dewleta Tirk pêk anî di referandûmê de dewleta Tirk ew qebûl nekir. Bi taybet piştî referandûmê ku gelek cihên Başûrê Kurdistanê ji dest çûn, PDK`ê pir eşkere ket bin kontrola dewleta Tirk. Îro PDK`ê bi perspektîfên dewleta Tirk li dijî gerîla şer dikin. Piştî ku li çend cihan êrişî gerîla kirin ger hevsengiyên hêzan li herêmê neyên guhertin, îhtimal heye ku şerekî mezintir di navbera wan û gerîla de çêbibe. Dewleta Tirk li dijî gerîla, Başûr, Rojava, Mexmûr, Şengal û deskeftiyên Kurdan e  û li dijî îradeya azad ya gelê Kurdistanê ye. PDK`ê bi nûnertiya dewleta Tirk li her cihî li dijî îradeya azad ya gelê Kurdistanê ye.” 

LI DIJÎ PDK`Ê BANGA TÊKOŞÎNÊ

Di dawiyê de Mihemed Ebdullah, da zanîn ku PDK`ê li dijî deskeftiyên gelê Kurd şerek daye destpêkirin û ev bang li gelê Kurd kir: “Divê zext li PDK`ê bê kirin. PDK`ê bi hêza gel  li ser deshiladariyê namîne. Ji bo wê jî divê em bizanibin ku nûnertiya gelê Kurd nake û li her cihî têkoşîn li dijî PDK`ê xurt bikin.”

ANHA