Fewziye Ebdî: Dewleta Tirk projeya Osmanî pêk tîne

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fewziye Ebdî diyar kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, bi rêya guhartina demografiyê û siyaseta tirkkirinê, dixwaze projeya Osmanî zindî bike.

Fewziye Ebdî: Dewleta Tirk projeya Osmanî pêk tîne
20 îlon, 2021   03:08
KOBANÊ-MEYSA AKARÎ

Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku herêmên Sûriyê dagirkiriye ve, hewldana çewisandina nasnameya niştecihên wê dike, demografiya herêmê diguhere, li van herêman jî siyaseta tirkkirinê dide meşandin, ji lew re zanîngeh û dibistan vekirin û zimanê tirkî da ferz kirin. Bi van kiryaran dixwaze dewleta Osmanî zindî bike.

Li gorî qanûn û peymanên NY`yê nabe dewleta Tirk têkildarî rewşa herêmên Sûriyê yê ku dagirkiriye, biryaran bistîne, ji ber ku ew bi xwe dewleteke dagirker e.

SIYASETA TIRKKIRINÊ DIDE MEŞANDIN

Rêveberiya zanîngeha Ezazê ya girêdayî "Hikumeta demkî" îsal fakulteya ragihandinê û beşa zimanê tirkî derbasî zanîngehê kirin.

Çavdêr dibêjin, biryara derbaskirina beşa zimanê tirkî li zanîngehê, ne biryara rêveberiya zanîngeha Ezazê ye, lê rasterast bi biryara dewleta Tirk pêk hatiye.

Li kêleka van kiryaran û li gorî çavkaniyan ji herêma Girê Spî ya dagirkirî ragihand, beriya demekê, "Meclisa Girê Spî ya Herêmê" li kantonê vekirina dewreyên fêrbûna zimanê tirkî ragihandibû.

Çavkaniyan eşkere kiribû ku dagirkeriya Tirk li kantona dagirkirî rewşa madî û ciwanan bi kar tîne, ji ber ku ji wan re dibêje; dema hûn perwerdê bi dawî bikin; ew ê wan li dibistanan wekî mamoste erkdar bikin.

ꞌTÊKILDARÎ HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PLANSAZIYÊN TIRKIYE HENEꞌ

Têkildarî mijarê endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fewziye Ebdî got, armanca dagirkeriya Tirk ji dagirkirina gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ew e ku Mîsaq Millî ya kevn pêk bîne û desthilata Osmanî ya kevn zindî bike.

Fewziye Ebdî ev li gotina xwe zêde kir: "Plansazî û bernameyên Tirkiyê hene, da ku di sedsaliya piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn de pêk bîne, peymanên berê îmze kiriye praktîze bike, herêmên dagirkirî talan bike û bi ser herêmên xwe ve veke, pê re jî hebûna xwe lê xurt bike."

Fewziye Ebdî bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk a dagirker û wiha dewam kir: " Ev kiryar bi armanca xurtkirina hebûna xwe ye û da ku wan herêmên dagirkirî bi ser herêmên xwe ve îlhaq bike, ji lew re niştecihên resen ji herêmên wan koçber dike, piştre jî malbatên çeteyên girêdayî xwe li wan herêman bi cih dike û qanûnên Tirkiyê lê dimeşîne."

Têkildarî siyaseta tirkkirinê, Fewziye Ebdî ev nirxandin kir: "Tirkiye li herêmên dagirkirî siyaseta tirkkirinê ferz dike, isbata vê yekê jî ala Tirkiyê radike, zimanê tirkî ferz dike û navên deveran vediguherîne navên tirkî."

ꞌPROJEYA OSMANÎ YEꞌ

Fewziye Ebdî destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî niştecih ji herêmên dagirkirî koçber kir, dixwaze demografiya herêmê biguhere û van herêman bi herêmên xwe ve girê bide û wiha dewma kir: "Her wiha çanda wan biguhere, li cihê wê çanda Tirkiye derxe pêş û wan fêrî zimanê tirkî bike. Bi vî şekî jî ew hebûna xwe misoger dike da ku li herêmên ne di bin rejîma Şamê yan jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nifşekî nû were ku çanda tirkî hildigire û bi zimanê tirkî diaxive. Anku ew ê wîlayeteke Tirkiye ya girêdayî dagirkeriya Tirk be."

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Fewziye Ebdî da zanîn ku ev tam projeya Osmanî ye û dewleta Tirk bi rêya wê dixwaze li herêmên dagirkirî desthilata Osmanî ya kevn zindî bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qtKarU8CbbA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>