Li Sûriyê amadekariyên şer an çareseriyê tên kirin?

Rûsya êrişên xwe li dijî komên çete yên girêdayî Tirkiyê zêde kirin û bargeha leşkerên Tirk a herî mezin li gundewarê rojavayê Helebê bomebebaran kir. Li aliyekî din tê gotin ku amadekariyên operasyoneke leşkerî li Idlibê têne kirin. Ev hemû nîşaneyên pêvajoyeke nû ji şerê li Sûriyê eşkere dike.

Li Sûriyê amadekariyên şer an çareseriyê tên kirin?
20 îlon, 2021   04:28
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHIYA EL-HEBÎB

Roja Înê balafirên şer ên Rûsyayê baregeha leşkerî ya artêşa Tirk a li çiyayê Şêx Berekat ê navçeya Daret Ize ya gundewarên rojavayê Helebê ku mezintirîn baregeha wê li herêmê ye 6 caran bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyan, bombebaran hemwextî civîna serçeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê ku li ser lîsteya terorê ya navneteweyî ye) û çeteyên dewleta Tirk a li navenda bircên peywendiyên telefonên destan û înterneta Tirkiyê, pêk hat.

HEVDÎTINA PÛTÎN Û ESED

/kr/uploads/files/2021/09/19/193127_whatsapp-image-2021-09-18-at-1.03.09-pm.webp

Şîrovekarê siyasî Serkîs Ebû Zêd destnîşan kir ku bombebarana Rûsî weke wergera pratîkî ji civîna di navbera Esed û Pûtîn de ye. Her wiha teqez kir ku Rûsya bi hemû derfetên xwe destekê dide Şamê nexasim ku Rûsya got tu hebûna leşkerî li ser xaka Sûriyê ji derveyî erêkirina hikûmetê, hebûneke ne rewa ye.

Serkîs wiha got: "Rûsya bi rêya bombebaranê hewl dide şerê li vê herêmê bi dawî bike, da ku nêrîna xwe ferz bike û Tirkiyê û Amerîka di vî aliyê de şerm bikin. Ev bombebaran weke wergera pratîkî ya helwesta Rûsya ya eşkere hate kirin ku di demên borî de ragihand.''

Ev şer piştî serdana Beşar Esed a dawî ji bo Rûsyayê û hevdîtina wî bi Vladmîr Pûtîn re hate kirin. Li gorî daxuyaniya Kremlîn, zêdetirî ji sedî 90 ji xaka Sûriyê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye, lê êrişî hebûna hêzên biyanî yên nerewa kir.

Dewleta Tirk zêdetirî  ji sedî 10 ji rûpîvana Sûriyê dagir kiriye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji sê paran yekê bi rêve dibe û ew herêm hemû ne di bin serweriya hikumetê de ne.

Piştî hevdîtina Esed û Pûtîn, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Piştî ku hêzên hikumeta Şamê bi destekdayîna rasterast a Rûsyayê di vegerandina serweriya xwe li ser Dera ya başûrê welat de bi ser ket, ji bilî derxistina hêzên biyanî bi taybet ên Tirkiyê tiştekî din li pêşiya Pûtîn nema ku hebûna rejîma Esed xurt bike. Nemaz ku hêzên Tirkiyê hewl didin hemû bakurê Sûriyê dagir bikin û rewşeke wiha bidin ferzkirin."

Li gorî rojnameyê "Rûsya hebûna Amerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyê weke xeteriya stratîjîk a Tirkiyê nabîne. Ji ber ku dewleta Tirk plan dike ku hebûna xwe mayînde bike. Ev yek jî stratejiya Erdogan e  ku dixwaze herêmên ku di bin serweriya dewleta Osmanî de bûn dem dirêj vegerîne. Her wiha bicihkirina hêzên wê li Sûriyê tenê yek ji hêmanên wê stratejiyê ye."

GELO DÊ OPERASYONÊN LEŞKERÎ LI IDLIBÊ HEBIN?

Bi vê yekê re behsa operasyoneke leşkerî berfireh ji aliyê Şamê û Rûsyayê ve tê kirin û armanca wê ku herêma Cebel El-Zawiye ya gundewarên başûrê Idlibê bixin bin serweriya xwe.

16`ê Îlonê rojnameya El-Weten a girêdayî Şamê wiha nivîsî: "Alozbûna rewşa meydanî li bakur dewam kir. Agahî hene ku artêşa Sûriyê amadekariyên berdewam dike da ku dest bi operasyoneke leşkerî li gundewarên başûrê Idlibê û rojavayê Idlibê bike. Armanca ew e ku terorîstên destekê ji rejîma Tirkiyê digrin, derxînin. Heger rêveberiya wê ya leşkerî biryara şer bigre da ku herêmên dagirkirî, vegerîne. Ev jî dema hevdîtina nûnerê serokê Amerîkayê û berpirsê Rojhilata Navîn di Meclisa Ewlehiyê ya NY`yî de Brett McGurk, cîgirê wezîrê karê derve yê Rûsyayê Sergey Fryshnin û nûnerê serokatiyê Alexander Lavrentiev hevdîtin pêk anîn."

Rojnameyê di berdewamiya nivîsa xwe de wiha got: "Dema ku rejîma Tirkiyê hejmarên mezin ji çekdarên ku destekê dide wan ber bi eniyên gundewarên başûrê Idlibê û rojavayê Hemayê yên başûrê rêya M4 ve şand, ew terorîst ditirsin ku tev li şerê bi artêşa Sûriyê re û bi destekdayîna hewayî ya Rûsyî, bibin. Yan jî neçar dimînin ku ber bi bakurê rêya navneteweyî ve biçin da ku li pêşiya tevgera trafîkê û tanzêtê bi lihevkirinên Rûsî – Amerîkî, vekin her wiha dê xetên wê yên qalind ji bo hevdîtina di navbera nûnerê serokê Rûsyayê Vladmîr Pûtîn û Joe Biden li Ceneva, pêk were."

Têkildarî mijarê Ebû Zêd wiha axivî: "Rûsya û Sûriyê hewl didin şerê li herêmê Idlibê, bi dawî bikin. Da ku rêxistinên terorîst yên li vê herêmê nikaribin hêza xwe kom bikin û di vê mijarê de têkevin tevgerê. Nexasim ku peywendî û danûstandin hene ku dibe bighêje peymaneke nêz. Ji ber wê jî her komek dixwaze beriya danûstandinan şertên xwe baş bike. Hewldanên Rûsî – Sûrî jî hene da ku şerê li vê herêmê bidawî bikin da ku tu roleke cidî yan jî pratîkî di peymana bê de ji aliyê rêxistinên terorîst ve tune be."

PEYAMA RÛSYA JI ERDOGAN RE Û BAŞKIRINA ŞERTÊN DANÛSTANDINÊ

Roja Înê du berpirsên tirkî got, serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê vê mehê de serdana Rûsayê bike da ku danûstandinan bi Serokê Rûsyayê Viladimir Pûtîn re der barê rewşên li bakur rojavayê Sûriyê de pêk bîne.

Berpirsekî Tirkî payebilind nexwest navê xwe eşkere bike, behsa diyalogên ku tê payî li Soçî ya Rûsyayê werin lidarxistin kir û ev tişt anî ziman: "Xala sereke ya diyalogan, Sûriyê nexasim Idlib e." Her wiha diyar kir ku şerên di peymana Idlibê de hemû pêk nehatine.

Tevî peymana agirbestê ku ji 5`ê Adara 2020`an de hatiye îmzekirin lê heta niha topbaran nehatiye sekinandin.

Dewleta Tirk piştî diyalogên bi Rûsyayê re yên li Moskovê gihaşt vê peymanê. Ew jî di encama operasyonên leşkerî yên Şamê û serweriya wê li ser barçeyên mezin ji başûrê Idlibê ye de pêk hat.

Ebû Zêd diyar kir ku ev yek weke peyamekê ji Erdogan re ye ku dê serdana Rûsyayê bike, ji ber ku Rûsya dixwaze şertên xwe ferz bike, ku rewşeke meydanî hebe bi Erdogan re neyê nîqaşkirin. Ev jî peyamek ji Erdogan re ye ku ev mijar nayên nîqaşkirin yan jî lihevkirin der barê wan de çênabe û jê dixwaze ji peymanên berê yên di navbera Rûsya û Tirkiyê de, pêk bîne. Ji ber wê jî dixwaze ku parastina têkiliyên baş bi Tirkiyê re bike lê ev jî li gorî şertên Rûsî be.

Der barê îhtîmalên ku şer li dijî Idlibê çêbibe Ebû Zêd ev tişt anîn ziman: "Ev yek girêdayî peymanên hêz û helwesta Amerîka û Tirkiyê ye. Ji ber ku Rûsya dixwaze şerê li Idlibê bidawî bike bêyî ku zext yan jî danûstandineke yekser bi Tirkiyê û DYA`yê re, çêbibe. Paşê rewşên vê hemleyê girêdayî pêwendî û tevgerên bi Tirkiyê û DYA`yê ne."

Şam û Rûsya piştî ku başûrê Sûriyê xistin bin serweriya xwe, dixwazin tevgera tanzît ji Tirkiyê vegerînin Urdun û kendava Ereban. Ev jî bi rêya rêya navneteweyî ku ji bakur rojavayê Sûriyê derdikeve û ji bo vê yekê jî tê xwestin ku Idlib bi temamî têkeve bin serweriyê.

Di vê çarçoveyê de Şam û Rûsya dê li pêşberî astengiyên vegerandina tevgera aborî û dahatên tevgera tranzîtê ji Tirkiyê heta Urdunê û bi rêya xaka Sûriyê heta dewletên kendavê û Misirê rû bi rû bimînin.

Astengiya yekemîn, rêyeke ji navneteweyî dirêjtir ku di navbera bajarê Mork ê gundewarên bakurê Hemayê û herêma El-Raşidîn a rojavayê bajarê Helebê de kontrol bikin. Şam niha rêya nesereke ya Xenasir bi kar tîne, lê ew rê tenge û ya çandiniyê ye û ji bo zêdekirina tevgera bazirganiyê nikarin xwe bispêrin wê.

Astengiya duyemîn; tevgera bazirganiyê di navbera herêmên gundewarên bakurê Helebê (Li ser sînorê Tirkiyê) ku di bin serweriya çeteyan de ye û bajarê Helebê, têke pratîkê. Her wiha dergehê Ebû El-Zindeyîn ê başûrê bajarê Babê heger ji bo tevgera bazirganiyê were vekirin dê pir baş be ji ber ku ew li ser rêya sereke ya ku bajarê Babê bi bajarê Helebê ve girêdide.

RÛSYA Û TIKRIYE XWE JI BO ÇARESERIYÊ AMADE DIKIN

Bidawîkirina dosyaya Derayê û rageşiya Rûsya li Idlib û gundewarê rojavayê Helebê, her wiha serdana Esed ji Rûsyayê re û hevîdtina Amerîka-Rûsya li Cinêvê ku hîna encamên wê nehatine eşkerekirin û beriya wê jî tevgerên Urdunê, ev geşedan hemû nîşan didin ku aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke nû dibe.

Serkîs Ebû Zêd têkildarî wan geşedanan dibêje: “Dosyaya başûrê Sûriyê li ser rêya çareseriyê ye, lê belê hîna bi temamî bi dawî nebûye. Ji lew re, hewldanên Rûsî-Sûrî yên bi dawîkirina van dosyayan hene, her wiha amadekarî ji bo çareseriyên di dema pêş de hene ku êdî nîşaneyên wê xuya dikin. Ji ber wê yekê dibe ku peywendiyên ne eşkere di navbera Rûsya, Amerîka û tirkiyê de hebin li gorî  şertên ku Rûsya dixwaze pêk bîne.

Ji ber wê yekê Rûsya bê şantaj û bêyî hevkariyeke leşkerî ya yekser bi Tirkiye û Amerîkayê re, a hewl dide rewşa li ser erdê ji bo berjwendiya hikumeta Şamê bi dawî bike, heta dema danûstandin û çareseriyê li gorî nexşerêya çareseriyê ya ku wê pêşkêş kiriye, were.”

Ne tenê Rûsya, lê belê Tirkiye jî xwe ji bo qonaxa bê amade dike. Roja pêncşemê 5 komên çeteyan ên li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de tev li “Eniya Rizgariyê ya Sûriyê” bûn. Beriya wan jî “Odeya Operasyonên Ezim” tev li wê eniyê bû.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, ew yek piştî rojekê ji serdana wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hulusî Akar ji bajarê Ezazê yê dagirkirî re pêk hat.

Çavdêr dibêjin, “Eniya Rizgariyê ya Sûriyê” wekî gaveke pêşwext a tevlêkirina komên li bakurê Sûriyê ji Heyet Tehrîr Şam re û avakirina hêzeke leşkerî ya yekbûyî li seranserên herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye.

VEKIŞAÎNA AMAERÎKA YA PLANKIRÎ

Ebû Zêd destnîşan kir ku hemû tevgerên niha li Sûriyê girêdayî lihevkirinên Rûsya-Amerîkayê ne û wiha dewam kir: “Di navbera Rûsya û Amerîkayê de peywendî, lihevkirin û civîn hene. Lê hîna nehatine eşkerekirin. Ji ber ku niyeta Amerîka ya derketina ji Sûriyê heye, lê belê beriya bi temamî vekişe, dixwaze hin rewş, berjewendî û pabendiyan sererast bike. Ji ber ku vekişîna Amerîka ji ser erdê helwesteke mayînde ya siyaseta Amerîka ya nû ye, ku naxwaze tev li şerên biçûk an mezin li herêmên ji bo wê nesereke bibe. Ew niha girîngiyê dide dosyaya Çînê û dixwaze ji hemû qadên din yên ku wan girîng nabîne, vekişe.”

Li gorî Ebû Zêd, Amerîka siyaseta tevlîheviyê ya bi sûd, siyaseta derxistina pirsgirêk û nakokiyan di navbera aliyên heyî de esas digire bêyî ku yekser destwerdanê bike. Ebû Zêd wiha nirxandinên xwe dewam dike: “Ji lew re, bawer im ku peywendiyên di navbera Rûsya û Amerîkayê de di asteke bilind de pêk tê. Dibe ku Rûsya hin berjewendiyên Amerîka yên pêwîst misoger bike, da ku van lihevkirinan bi ser bixîne.

Her kes li bendê ye. Ji ber ku tu kes nizane cidiyet û dawiya van lihevkirinan çi ye û kî yê buha bide. Ji ber ku her tim dema ku lihevkirin di navbera hêzên mezin de hebin, hêzên biçûk buhayê wan didin. Yên ku xwe spartina nakokiyên Rûsya-Amerîka. Dibe ku yên zirarê bibînin ew bin. Ji lew re, tevahî herêm li benda encamên wan danûstandinan e. Ecamên wan lihevkirinan dibe ku bandore li hevsengiya hemû hêzên li herêmê bike.”

BERIYA ÇARERSRIYÊ..HER KES DIXWAZE ŞERTÊN XWE LI SER ERDÊ BAŞ BIKE

Bidawîkirina dosyaya Derayê hemwextî erêkirina Amerîka li ser derbasbûna gaza Misirê û kehrebeya Urdunê bo Lubnanê bi rêya sînorên Derayê, pêk hat.

Bi rêya îmzekirina vê peymanêm, hikumeta Şamê cara yekemîn tecrîda welatên Ereb û ya navneteweyî ya li ser wê hatî ferzkirin, şikand. Nîşaneya wê yekê jî ew e ku wezîrê enerjiyê yê Sûriyê tevî wezîrên enerjiyê yê Urdunê û Misirê derket.

Dema ku hêzên hikumeta Şamê û hêzên alîgirên Îranê şer gur dikirin, qiralê Urdunê Ebdullah El-Sanî Bin El-Hisên çû Amerîkayê û bi serok Joe Biden re hevdîtin pêk anî. Her wiha ji wê derê daxuyaniyên balkêş ên derbarê mayîna Beşar Esed li ser hikumê  de dan.

Piştî wê jî qiralê Urdunê berê xwe da Moskovê û bi serokê Rûsya Vladmîr Pûtîn re civiya û normalîzekirina rewşê bi Sûriyê re nîqaş kirin.

Şîrovekarê siyasî Serkîs Ebû Zêd, rewşa Sûriyê wiha dinirxîne: “Diyar e ku rewşa Sûriyê ber bi çareseriyên siyasî ve diçe, ku Rûsya tevî hin hêzên opozîsyonê û hêzên herêmî yên têkildar wekî Tirkiye û Amerîkayê re amadekariyên wê dike. Ji lew re bi giştî rewş ber bi çareseriyeke siyasî ve diçe ku hîna nîşaneyên wê nehatine eşkerekirin.”

Ebû Zêd wiha nirxandina xwe bi dawî kir: “Dema ku lihevkirinên Amerîka-Rûsya eşkere bibin wê qonaxeke nû dest pê bike. Ew jî dîtina atmosfera herêmî ya heyî ye, piştre pêşxistina çareseriya hundirîn di navbera aliyên bi nakok de da ku qonaxa pêş li Sûriyê û herêmê bê diyarkirin.”

(bx- cx)

ANHA