PYD: Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsyartiyên xwe bi cih bîne

PYD'ê şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) şermezar kir ku got: "Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê berpiryariyên xwe li hemberî binpêkirinên îstîxbarata Tirk ên li ser xaka xwe bi cih bîne."

PYD: Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsyartiyên xwe bi cih bîne
18 îlon, 2021   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li ser şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK'ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) li bajarê Silêmaniyê ji aliyê MÎT ve daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Mîna van kiryarên nemirovî dikevin xana şerê giştî ku rejîma Tirk li dijî gelê Kurdistanê, parêzvan, têkoşerên azadî û demokrasiyê û Tevgera Rizgariya Kurdistanê pêk tîne. Lê ev yek îsrara me ya berdewamkirina xeta têkoşîn û şehîdan zêde dike.

Em Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şehîdxistina têkoşer Yasîn Bûlût bi tundî şermezar dikin û bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî binpêkirinên îstîxbarata Tirk ên li ser xaka xwe erka xwe bi cih bîne. Her wiha em soz didin şehîd Yasîn Bulut ku em xeta wî, xeta azadiyê ya ku xêz kiriye bidomînin. Em bang li gelê xwe yê Kurdistanê û hêzên demokratîk dikin ku li hemberî hemû cûre şerê qirkirinê ku rejîma Tirk pêk tîne bisekinin."

ANHA