‛Em ê rêça şehîd Şukrî Serhed bişopînin’

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê bi daxuyaniyên cuda şehîdxistina endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) şermezar kir û soza şopandina rêça wî da.

‛Em ê rêça şehîd Şukrî Serhed bişopînin’
18 îlon, 2021   14:12
KOBANÊ

Duh endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Şukrî Serhed ji hêla saziya MIT’a Tirk ve li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hat şehîdxistin.

Meclisên Malbatên Şehîdan ên Herêma Firatê têkildarî mijarê daxuyaniyên cuda dan û tê de şehîdxistina Şukrî Serhed şermezar kir û got, hikumeta Başûrê Kurdistanê ji şehîdxistina Şukrî Serhed berpirsiyar e.

'DIVÊ GELÊ KURD LI HEMBER KOMPLOYAN BIBE YEK'

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Kobanê daxuyanî da û endama meclisa Ronahî Heco daxuyanî bi kurdî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em malbatên şehîdan vê êrişa terorane ku li dijî têkoşer Şukrî Serhed a ji hêla dagirkeriya Tirk ve li Başûrê Kurdistanê pêk hatiye şermezar dikin. Ev êriş  rêgez û nirxên gelê Kurd ê têkoşer dikin hedef. Dewleta Tirk têkoşerên ji bo doza Kurd dike hedef.

Hikumeta Başûrê Kurdistanê berpirsê vê êrişê ye, em tevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re li dijî gelê Kurd û şehîdxistina têkoşer Şukrî Serhed şermezar dikin.

Em bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku bi erkên xwe rabin, parastına gelên herêmê ji êrişên dewleta Tirk ên terorane û barbarî bikin. Di demekê de ku êriş û komployên dewleta Tirk li dijî gelên herêmê berdewam dikin civata navneteweyî û rêxistinên mirovî li hember vê yekê bê deng in.

Di demekê de ku komployên ji bo qirkirina kurdan berdewam dikin, divê gelê Kurd  bibin yek ku tevahî hewldan û armancên tesfiyekirina hebûna kurdan têk bibin.

Lê belê hin aliyên Kurd di serî de jî PDK’ê xebatên yekitiya neteweyî ya Kurd asteng dike û dibe sedema şerê navxweyî.

Em bang li gelê Kurd, bi taybet gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku li hember kiryarên hovane yên li dijî gelê Kurd bisekinin, da ku mîna van êrişên hovane berdewam nekin.

Em malbatên şehîdan soza şopandina rêça şehîd Şukrî Serhed û tevahî şehîdan didin û em ê heta ala xwe bilind dikin li ber xwe bidin. Em soz dikin ku em ê li hemberî êrişên terorîst ên ku hebûna gelê Kurd dike hedef tê bikoşin."

'DAGIRKERIYA TIRK JI BO ŞIKANDINA VÎNA GELAN TÊKOŞERAN DIKE HEDEF'

Girêdayî mijarê endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Sirînê ya başûrê Kobanê li pêş navenda xwe kom bûn û daxuyanî da. Endama meclisê Emgîhan Cinêd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

Em vî karî terorane ku dewleta Tirk a dagirker têkoşer Şukrî Serhed şehîd xistiye û êrişên li dijî xaka Kurdistanê şermezar dikin.

Em hikumeta Başûrê Kurdistanê têkildarî vê bûyerê şermezar dikin û divê li hember mîna van sûcên terorane yên li dijî têkoşeran li ser xaka wê ji hêla ajanên dagirkeriya Tirk ve bisekine.

Em malbatên şehîdan me zarokên xwe ji bo azadî û çanda xwe ferda kirin û em ê bi erka xwe rabin çi bi meş çi bi daxuyanî bin da ku van sûcên li dijî gel û têkoşerên me rawestînin. Ji ber ku şehîdan ji me re rêya azadî, wekhevî û jiyana bi rûmet a li ser vê xakê neqşe kir.

'DIVÊ CIVATA NAVNETEWEYÎ MÎNA VAN SÛCAN ŞERMEZAR BIKE`

Meclisa malbatên şehîdan a kantona Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da tê de şehîdxistina şehîd Şukrî Serhed li Başûrê Kurdistanê şermezar kir û b sûcekî li dijî kesayetên welatparêz ên têkoşer bi nav kir.

Berdevka Meclisa Malbatên Şehîdan Feda Mistefa bi beşdariya bi dehan endamên saziyên meclisa kantona Girê Spî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin, hikumeta Başûrê Kurdistanê bi tevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berpirsê şehîdxistina Şukrî ye.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku mîna van sûcên li dijî kesayetên welatparêz şermezar bike da ku dûbare nebin.

Bi heman mijarê ve girêdayî meclisên malbatên şehîdan ên navçeya Qenaya ya rojavayê Kobanê, navçeyên Şêran û Çelebiyê yên rojhilatê Kobanê daxuyanî da, tê de şehîdxistina têkoşer Şukrî Serhed hat şermezarkirin û bang li gelê Kurd hat kirin ku li hember şerê qirkirinê yê ku dewleta Tirk dimeşîne serî hilde.

(fr)

ANHA