​​​​​​​Kujerên Şehîd Şukrî Serhed hîn nehatine girtin

Berpirsyarê Ajansa Parastin û Zanyarî (Zanyarî-Saziya Îstîxbaratê ya YNK’ê) diyar kir ku kesên 2 rojên dawî de li Silêmaniyê êriş pêk anîne hatine binçavkirin. Dije Terora YNK’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew ê di rojên pêş de belgeyên girîng ji raya giştî re eşkere bikin. Lê hat gotin ku kesê hatiye girtin girêdayî êrişa li ser welatiyê ji Bakurê Kurdistanê yê bi navê Ferhat Bariş e û kujerên Şehîd Şukrî Serhed hîn nehatine girtin.

​​​​​​​Kujerên Şehîd Şukrî Serhed hîn nehatine girtin
18 îlon, 2021   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ku ji her alî ve êrişî Kurdan û nirxên wan dike, 16’ê Îlonê li Silêmaniyê welatiyê bi navê Ferhad Bariş Kondu ku ji Bakurê Kurdistanê ye hat gulebarankirin û birîndar bû.

Piştî vê êrişê di 17’yê îlona 2021’an de jî Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, bû hedefa guleyên endamên MÎT’a dewleta Tirk a dagirker.

Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) duh serê sibehê saet derdora 09.00’an li taxa Çarçira ji aliyê kes an jî kesan ve hat gulebarankirin. Di encama gulebaranê de Şukrî Serhet şehîd bû.

Daxuyaniyên saziyên ewlekariyê,

Piştî êrişan Rêveberiya Giştî ya Dije Terora ya girêdayî YNK’ê û berpirsyarê Dezgeha Zanyarî daxuyanî dan.

Dije Terora YNK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku derbarê bûyerên di nava 2 rojên dawî de li Silêmaniyê qewimîne, agahiyên girîng bi dest ketine. Dije Terorê diyar kir ku heya bûyer baş hatî zelalkirin û piştrastkirin, ewê hemû agahiyên pêwîst bi raya giştî re parve bikin.

Îro danê siharê jî Berpirsyarê Dezgeha Zanyarî Ejî Emîn derbarê binçavkirina sucdaran de li ser malpera xwe ya facebook’ê daxuyaniyek da.

Ejî Emîn dibêje; “Kesên ku di nav 2 rojên borî de li Silêmaniyê suc kirine, hatine binçavkirin. Emê di demek nêzde agahiyên derbarê sucdaran bi raya giştî re parve bikin.”

Di daxuyaniya dezgeha Zanyarî û Asayîşa Silêmaniyê de ku îro hat dayîn de jî, hat gotin ku êrîşên 16 û 17’yê îlonê yek kes e û hatiye girtin.

Kesê hatiye girtin tenê girêdayî êrişa yekemîn e, kujerên şehîd Şukrî nehatine girtin

Saziyên behsa mijarê van daxuyaniyan didin, lê li gorî hin zanyarî û çavkaniyên ku nexwestin navên xwe bidin,  êrişkar tenê yek kes nîn e, gelek kes in, bi plan pêk hatiye. Her wiha hat gotin ku kesê hatiye girtin jî, êrîşkarê roja 16’yê îlonê yê ku êrişî Ferhat Bariş kiriye. Êrişkarên Şehîd Şukrî Serhed nehatine girtin.

Li gorî zanyariyan, kesên ku êrişî Şehîd Şukrî kirine 4 kes in, yek ji vana gulebaran kiriye, yên din li derdorê bûne û piştî gulebaranê bi seyareyek tîpa pikap a Toyota reviyane.