Iraqê der barê para xwe ya ji avê tu tawîzan nade

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî, Qasim El-Erecî piştrast kir ku ew di mijara mafên Iraqê ji ava çemên ku ji Tirkiyê û Îranê diherkin û li Iraqê bidawî dibin de, tu tawîzan nadin.

Iraqê der barê para xwe ya ji avê tu tawîzan nade
18 îlon, 2021   13:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê, şêwirmendê Ewehiya Neteweyî, Qasim El-Erecî di Konferansa Ewlehya Avê de got: "Wezareta Çavkaniyên Avê ji bo çavkaniyên avê yên Iraqê bi cidî dixebite, ji ber ku ew dikeve xizmeta hemû aliyên jiyanê."

El-Erecî wiha dom kir: "Em tu carî li ser mafên gel tewîzan nadin, daxwaza mafan divê bibe çandek". Her wiha got, divê çandeke civakî hebe ku avê biparêze, divê xebat ji bo rasyonalîzekirina mezaxtinê bê kirin.

El-Erencî da zanîn kun şêwirmendiya Ewlehiya Neteweyî piştevaniya xebata Wezareta Çavkaniyên Avê dike û divê rûmeta neteweyî bê parastin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku der barê para Iraqê ya ji çemên ku ji Tirkiyê û Îranê diherike de, di navbera wan de nakokî hene.

(dx)