Lahor Şêx Cengî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Şukrî kir

Hevserokê YNK’ê Lahor Şêx Cengî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Şukrî kir.

Lahor Şêx Cengî serdana konê sersaxiyê yê şehîd Şukrî kir
18 îlon, 2021   12:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê Yasîn Bulut ê bi nasnav Şukrî Serhed ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê hatibû bajarê Silêmaniyê, bû hedefa guleyên dagirkeran.

Li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîxistin, konê sersaxiyê hate danîn. Hevserokê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê Lahor Şêx Cengî serdana konê sersaxiyê kir.

Hevserokê YNK’ê sersaxî ji malbatê re xwest û got: “Mixabin ev karesatek mezin bû, karek gelek nexweş bû û ez bi tûndî şeremzar dikim. Hêvîdar im saziyên îstîxbaratê demek zû de van kesane bigrin. Silêmanî hertim bûye dergûşa Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê. Hêvî dikim ev rewşa xwe dewam bike.”

Serdanên ji bo konê sersaxiyê dewam dikin.