Li Kabulê du teqîn pêk hatin

Dezgehên çapemeniyên, îro ragihandin ku li paytexta Efganistanê Kabul 2 teqîn pêk hatin. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û 18 kes jî birîndar bûn.

Li Kabulê du teqîn pêk hatin
18 îlon, 2021   09:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Novostiyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyekî hêzên ewlekariyê yên Kabulê li paytextê 2 teqîn pêk hatin.

Heman çavkanî got teqîna yekem li herêma Dashti Brashi pêk hatî û di encamê de birîndar çêbûn. Teqîna duyemîn jî li herêma Irfani Hargoti bû lê agahiyên der barê encamên wê de nehatin bidestxistin.

Li gorî agahiyên ku tora Russia Today ragihandine, di encama teqîna yekem ku li herêma Dashti Brashi qewimiye 3 kes hatine kuştin û nêzî 18 kes jî birîndar bûne.

 (dx)