Kargeha Zozan a Mast û Penêr pêdiviyên gel bi cih tîne

Kargeha Zozan a Penêr û Mast pêdiviyên xelkê herêma Cizîrê yên penêr û mast bi cih tîne. Rojane 4 ton şîr û berhemên wê çêdike.

Kargeha Zozan a Mast û Penêr pêdiviyên gel bi cih tîne
17 îlon, 2021   09:41
QAMIŞLO- ÎSAM EBDULAH

Di çarçoveya hewldanên afirandina hawîrdoreke aborî li ser projeyên koperatîfan de ku bingeha pergala xwetêrkirinê ye, Navenda Aborî ya Jinan roleke girîng di pêşxistina çanda parastina civakê ji bandorên kapîtalîzm û keysbaziya de lîst û destek da pêşxistina koperatîfan.

Di nava rêzeprojeyên geşepêdan û aborî de ku rewşa aboriyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi geşbûn û pêşkeftinê ve dibin, Desteya Aborî ya herêma Cizîrê beşa jinan, di 30'ê Gulanê de li Dêrikê kargeha Zozan a Penêr û Mast vekir. Li ser asta herêma Cizîrê ev kargeha yekemîn e û li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ya duyemîn e.

Kargeh bi armanca pêşxistina aboriya jinan, peydakirina derfetên kar û piştgirîdayîna xwediyên sewalan, hat vekirin.

BERHEM

Çavdêrên kargehê şîr ji xwediyên sewalan dikirin û piştî ku şîr test dikin, di berdêla wê de ji xwediyên sewalan re êm (xwarina sewalan) bi nirxên guncew peyda dikin bi şerta ku bi kargehê re bidin û bistînin.

Edazyar kîmyawî û rêvebera Kargeha Zozan, Nejbîr Salih diyar kir ku piştî nirxandina projeya kargehê ji hemû aliyan ve, kargeh hat vekirin û amûrên nûjen tê de hatin bicihkirin.

Derbarê berhema kargehê de, Nejbîr destnîşan kir ku vê projeyê derfetên kar ji 50 jinan re peyda kir û diyar kir ku kargeh rojane 4 ton şîr û berhemên wê derdixe.

Girêdayê makenîzmeya xebitandina kargehê endazyara teknîkê a berpirsa xebitandina amûran Fatme Ferman got: "Kar piştî sererastkirin û kontrolkirina alavan dest pê dike. Em qonaxên derxistina hilberînan ji tijîkirinê heta çapkirina navê kargehê li ser wan dişopînin."

BERHEMÊN KARGEHA MAST Û PENÊR

Di kagehê de li rex mast û dew û rûnê xwecihî gelek cureyên penêr tên çêkirin.

Di her saetekê de tonek dew û di her 8 saetan de jî tonek penêr tê çêkirin.

Berhemên projeya kargeha Zozan bi firotina rasterast bi bihayê bazarê ji kesên derûdora projeyê re têne firotin. Di heman demê de dibe ku bi reklamê bazarê bikin, her wiha bi bihayê kargehê an firotanê li firoşgehên mast û supermarketên li herêma Cizîrê têne dîtin bêne firotin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Gbhxs3yX5qE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>