Şêx Baqî: Çima ENKS’ê banga vegerê ji koçberên kampa Domiz re nake?

Cemal Şêx Baqî got: "Doza şêniyên Efrînê ne vegera li warên xwe ye, lê belê doza welatekî dagirkirî ye û ENKS’ê hewl dide vê dozê ji holê rake ji bo piştevaniya dewleta Tirk bike."

Şêx Baqî: Çima ENKS’ê banga vegerê ji koçberên kampa Domiz re nake?
17 îlon, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN

ENKS’ê siyasetên dijbertiya kurdan dimeşîne. Siyasetên wê ji siyaseta DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û komên din ên çete ku kurdan qetil dikin, ne cudatir e. Lê cudatiya di vir de, ENKS’ê di bin perdeya neteweyî de dixebite, DAIŞ û Cebhet El-Nusra di bin perdeya olî de dixebite ku kurdan û têkoşîna wan a rizgariyê tesfiye bikin.

ENKS’ê di 2012’an de tev li "Îtîlafa Sûrî"bû, dewleta Tirk ew di dagirkirina Efrînê de di 18’ê Adara 2018’an de bi kar anî, her wiha di 9’ê Cotmeha 2019’an de bû alîgirê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, bi heman  awayî dewleta Tirk DAIŞ di êrişa li dijî kurdan de bi kar anî.

Mînaka wê jî, komkujiya 2014’an a li dijî Şengalê ye, êrişên di heman salê de li dijî Kobanê ne. Siyaset û armanca ENKS’ê ji vê yekê qirkirina kurdan e.

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê  (PDKS) Cemal Şêx Baqî siyasetên ENKS’ê li herêmên dagirkirî bi siyasetên DAIŞ’ê re hevrû kirin û wiha got: "Dema DAIŞ’ê derket bi belavkirina dîmenên qetilkirinê û serjêkirinê şerê derûnî li dijî gelan bi kar anîn. Lê vîna şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikirê DAIŞ’ê têk bir. ENKS’ê jî bi rêya metoda neteweyî û bi bihaneya parastina kurdan dike, siyasetên DAIŞ’ê temam dike ku planên dagirkeriya Tirk pêk bîne."

'DI RÊBAZ DE TU CUDAHÎ DI NAVBERA DAIŞ Û ENKS’Ê DE TUNE YE'

Sîwana komên çete yên ku sûcan li dijî kurdan pêk tînin Îtîlafa Sûrî ye, ENKS’ê jî dibe sîwana van komên çete yên ku kurdan qetil dikin û xaka wan dagir dikin.

Komên çete yên girêdayî ENKS’ê di nava refên çeteyan de hene. Bo nimûne di 2012’an de komên çete bi serkêşiya Usama El-Hîlalî êrişî Serêkaniyê kir. Wêneyên El-Hîlalî bi Fûad Elîko û Îbrahîm Biro re li Ewropa belav bûn, li gel wê jî di 2013’yan de li Til Eran û Til Hasil komkujî pêk anîn, beşdarî êrişên li dijî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn.

Şêx Baqî wiha domand: "ENKS’ê di her gaveke xwe de planên dagirkeriya Tirk temam dike, lê ev sûc xetrnak in û mijara navneteweyî ye û di vê rêxistinên navneteweyî van planan ji nêz ve bişopînin. Ji ber ku armanca ENKS’ê û dewleta Tirk qirkirina kurdan e."

Li ser îdiayên ENKS’ê ku Efrîna dagirkirî herêmeke biewle ye Cemal Şêx Baqî wiha anî ziman: "Wê kî van îdiayên ENKS’ê ku li kêleka serçeteyan û kujerên têkoşer Hevrîn Xelef in, mîna Hatim Ebû Şeqra û Ebû Emşe disekinin bawer bike. Divê ENKS’ê li hemberî gelê xwe rêzdar be û ji xwe şerm bike. Ew nikare gelê Kurd bi rêya van derewan bixapîne."

Şêx Baqî pirsî "Heke ENKS’ê bi rastî xeta neteweyî ya Kurdî dişopîne çima di êrişên destpêkê yên çeteyan ên li dijî Serêkaniyê di 2012’an de reviya, ma gelo ev xeta neteweyî ye?"

'ENKS'Ê DAGIRKIRINÊ REWA DIKE'

Li rex sûcên dewleta Tirk ên li Efrînê, dagirkeriya Tirk bi piştevaniya dewletên Qeter û Kuwêtê avahiyên mêtingehiyê ji malbatên çete û malbatên Filistinê re ku Tirkiyê ji kampên Şamê, Dera û Humisê anîne, ava dike da ku demografiya herêmê biguhere.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê, dewleta Tirk zêdetirî 750 malbatên Filistînê ku ji gelek herêmên Sûriyê anîne li kantona Efrînê ya dagirkirî bi cih kirin.

Li ser vê yekê Şêx Baqî ev tişt got: "ENKS’ê bi rêya hemleyên xwe yên propaganda yên ji bo vegera şêniyên Efrînê li warên xwe, dixwaze doza dagirkirina Efrînê ji holê rake û dagirkirinê rewa bike, bi wê re doza koçberan bi dawî bike. Heke tiştê ku ENKS’ê dibêje rast e û xwe wek saziyeke sivîl û hevalbendê Tirkiyê dihesibîne bila destpêkê malbatên xwe vegerînin. Wek em dizanin hin endamên ENKS’ê ji şêniyên Efrînê ne wê demê em ê bibînin wê çi bi serê wan û malbatên wan de were."

ÇIMA  BANG LI KOÇBERÊN LI KAMPA DOMIZ NAKE KU VEGERIN WARÊN XWE?

Cemal Şêx Baqî diyar kir ku şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dimînin li ser xaka xwe ya Sûriyê ne û ji welatê xwe bi dûr neketine û got: "Gelo dê ji hezaran penaberên li derveyî xaka Sûriyê re çi were gotin, mîna penaberên li kampa Domiz. Çima ENKS’ê bang li wan nake ku vegerin warên xwe. Ji vê yekê eşkere dibe ku ew hewl didin kampên Şehbayê vala bikin ku doza dagirkirinê bidin jibîrkirin."

Kampa Domiz li herêma Dihokê ya li Başûrê Kurdistanê ye ku di bin serweriya PDK’ê de ye.

Şêx Baqî ev anî ziman: "Mentiqê ku ENKS’ê pêk tîne, berdewama rêzeplanên Tirkiyê yên li dijî kurdan e. Heke ENKS’ê bi rastî dixwaze koçber û penaber li welatên xwe vegerin, divê li dijî dagirkeriyê serî hilda û heke nikare wê yekê bike, divê bang li hêzên cîhanê bike ku herêmeke ewle di bin çavdêriya NY’yê de were avakirin. Ji ber ku heke ewlehî li herêmê pêk nehat wê çawa şênî vegerin warên xwe?"

‛DOZA KOÇBERÊN EFRÎNÊ NE TENÊ VEGERA LI WAR E, LÊ BELÊ DOZA DAGIRKIRINA XAKA WAN E’

Şêx Baqî destnîşan kir ku mijar û doza şêniyên Efrînê ne konek an jî malek e, lê belê doza welatekî dagirkirî ye û ev koçber heta welatê wan neyê rizgarkirin venagerin û wiha pê de çû: "Şêniyên Efrînê wek mêvan nikarin vegerin welatê xwe û nikarin vegerin warên xwe û çete di malên wan de ne û ew jî di kamp û avahiyên mêtingehiyê de bi cih bibin. Heke gotinên wan rast in, bila ji me re eşkere bikin ku çend welatiyên Efrînê yên vegeryane di malên xwe de ne. Ev hemû derew û xapandin in."

Şêx Baqî da xuyankirin ku çiqas tiştekî şerm e ku ENKS’ê li ser dezgehên xwe yên çapemeniyê li ser vegera bi deh malbatên li Efrînê diaxive û di heman demê de bi hezaran koçber li derveyî warên xwe ne û got: "Ji ber ku ENKS’ê di xizmeta Îtîlaf û dagirkeriya Tirk de ye, tu kes ji van bangan bawer nake, ji ber kiryar û planên ENKS’ê ji her kesî re eşkere bûn."

Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê  (PDKS) Cemal Şêx Baqî wiha dawî li gotina xwe anî: "Zihniyeta ENKS’ê ji ya DAIŞ’ê ne cudatir e. Dema DAIŞ cara yekê derket siyaseta belavkirina tirs û xofê û şerê çapemeniya derûnî belav kir, lê vîna gel a xurt ev zihniyet têk bir. Lê ENKS’ê bi rêya bikaranîna xeta neteweyî ya Kurdî îdia dike ku ji bo mafên gelê Kurd tê dikoşe. Lê di rastiyê de xizmeta dijminên kurdan dike. Ji ber ku DAIŞ û ENKS’ê destekê ji dewleta Tirk werdigirin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/590Un3Vu5LM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>