ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-09-2021
16 îlon, 2021   23:00

- Dewleta Tirk siyaseta guhertina demografiya kantona Efrînê didomîne. Ji dema ku kanton dagirkiriye ve, hejmara kurdan tê de kêm bûye, berê ji sedî 95 bû lê niha bûye ji sedî 23 ye. Dewleta Tirk bajar veguherand wargeha çeteyan û malbatên wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yek ji fermandarên QSD`ê Baz Efrîn tevgera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li kanotna Girê Spî nirxand û piştrast kir ku bêdengiya hêza garantor Rûsya hevkariya wê di sûcên li dijî sivîlan de, nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Perwerde û Fêrkirina ya Civaka Demokratîk a Helebê yekemîn dibistana bi metreyalên Rêveberiya Xweser vekir. Hejmara xwendekaran 6 hezar e û tomarkirin hîna berdewam e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cemal Şêx Baqî got: "Doza şêniyên Efrînê ne vegera li warên xwe ye, lê belê doza welatekî dagirkirî ye û ENKS’ê hewl dide vê dozê ji holê rake ji bo piştevaniya dewleta Tirk bike." (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Siyasetmedarên Kurd siyasetên PDK'ê û tevkariya wê ya bi dewleta Tirk re şeremzar kirin û bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir siyasetên PDK'ê teşhîr bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di vê dawiyê de metirsiyên ji nebaşiya sotemeniyê Îranê ku bi rêya deryayê diçin Lubnanê derketin, nexasim piştî ku benzîna Îranê ji erebeyên Venezuela re pirsgirêk çêkirin. Li gel wê jî hîna metirsî hene ku Amerîka cezayan li Hizbullah bibire, ji ber ew ku sotemeniya Îranê ya ku bi rêya keştiyan tê Lubanê bi kar tîne.

-Salek di ser "Peymana Aştiyê" an "Îbrahîm" re derbas bûn ku di navbera Îsraîlê û hin welatên Ereb mîna Îmarat û Behrên de hate îmzekirin. Di salvegera wan de gelek pirs xwe didin der; gelo van peymanan armancên xwe pêk anîn? Gelo aliyan çi sûd wergirt û rewşa herêmê hat guhartin?

ANALÎZ

- Divê mirov hinekî bala xwe bide ser rûdanên di sala 1961’an de ku jê re “Şoreşa Îlonê” tê  gotin. Wekî her sal, îsal jî PDK’ê bi minasebeta salvegera ‘Şoreşa Îlonê’ hemaseta xwe kir û hinekî jî wêdetir bir. Hema bêje paşxaneya dîrokî ya gelê Kurd qet nedît û dîroka Kurdan bi tene bi vê şoreşê ve girê dan. Bi gotinên wekî yekitî, îlham, roja rûmetê û hwd ku naveroka xwe vala ne, dîrok bi bîr anîn. Her çi destkeftiyek Kurdan hebe, bi çi awayî dibe bila bibe, deskeftiya gel e û qedrê xwe di ser her tiştî re ye. Lê mixabin rastiya mijarê qet jî ne wisa ye.

ÇAND Û HUNER

-Malbenda Heleb a Rewşenbîrî hewl dide ku asta fikirî li gel şêniyan pêş bixe û di vê çarçoveyê de gelek gav avêtine, ji wan vekirina pirtûkxaneyekê ku derdora hezar û 500 pirtûk bi mijarên cûda tê de hene. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Koçberên Efrînê yên li Şehbayê dimînin di gel ambaroya ku hikumeta Şamê ferz kiriye de amadekariyên zivistanî dikin. Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê hişyarî ji karesateke mirovahî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Kargeha Zozan a Mast û Penêr gaveke ji  bo dabînkirina pêwîstiyên şêniyên herêma Cizîrê ji mast û penêr e. Kargeh rojane derdora 4 ton şîr û berhemên wê derdixîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji ber qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, peravên çemê Xabûrê bûne çirav û navenda belavbûna meşa remil e ku nexweşiya laşmaniya belav dike. Li hemberî vê yekê bang li aliyên têkildarî tê kirin ku bi lez mudaxele bikin.

-Navendên wergrtina pembo  li gorî nirxê ku Rêveberiya Xweser diyar kiriye dest bi wergirtina pembo ji cotkaran kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA