Avril Haines: Gefa terorê li Sûriyê, Iraq, Somal û Yemenê ji Efganistanê zêdetir e

Mudîra Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê hişyar da ku gefên terorîstane yên ji Somalya, Sûriyê, Yemenê û Iraqê bi taybet DAIŞ`ê, ji gefên teroran ên li Efganistanê zêdetir e.

Avril Haines: Gefa terorê li Sûriyê, Iraq, Somal û Yemenê ji Efganistanê zêdetir e
14 îlon, 2021   08:47
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî tora CNN a amerîkî Mudîra Îstixbarata Neteweyî ya Amerîkayê Avril Haines di kongreya civîna salane ya istixbarat û ewlehiya neteweyî de ku li Washingtonê li dar ketiye got: “Gefên terorîstane yên ji Somal, Yemen, Sûriye û Iraqê nemaze DAIŞ, ji terora ku dibe li Efganistanê derkeve, xetertir in.”

Avril Haines ku bi rêya vîdyo diaxivî diyar kir ku ew niha girîngiyê nadin Efganistanê, lê ya giring ji bo wan gefên DAIŞ`ê yên li Yemen, Somal, Sûriye û Iraqê ne.

Rayedaran bi awayekî eşkere gotin şaxê DAIŞ`ê yê li Efganistanê dibe ku li ser DYA`yê xeter bin. DAIŞ`ê di dema xebatên derxistina rayedarên amerîkî ji Kabulê, di 26`ê Tebaxê teqînek pêk anî ku di encamê de 13 leşker û bi dehan efgan hatin kuştin.

Haines destnîşan kir ku ji bo îstixbaratê niha ya herî girîng şopandina jinûvesazkirina muhtemel a rêxistinên terorîst li Efganistanê ye.

 (şx)