Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 181 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 181 kesên din bi Koronayê ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 181 kesên din bi Koronayê ketin
14 îlon, 2021   10:12
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest daye, mêrek ji Dêrazorê, jinek ji Qamişlo û jinek ji Reqayê ne.

Desteyê piştrast kir ku kesên bi Koronayê ketine 100 mêr, 81 jin. Her wiha desntîşan kir ku 7 kesên din baş bûne.

Bi van daneya re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 23 hezar û 285 kes bi Koronayê ketine, 812 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 26 kes baş bûne.

(cx)