Çeteyan li Efrînê ciwanek revand û bir Ezazê

Çavkaniyek ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku çeteyên bi navê "Cebhe El-Şamiyê" ciwanê bi navê Mahir Miqdad ê ji şêniyên gundê Qere Baba yê navçeya Raco ya kantona Efrînê, revandiye.

Çeteyan li Efrînê ciwanek revand û bir Ezazê
14 îlon, 2021   08:42
ŞEHBA

Li gorî çavkanî, ciwanê bi navê Mahir Miqdad duh li gundê Dêrsiwan ê navçeya Şera yê kantona Efrîna dagirkirî, hatiye revandin û çeteyan ew biriye bajarê Ezazê.

Li gorî heman çavkanî, çeteyên ku Mahir revandine ji bo serbestberdana wî 5 hezar dolar dixwazin.

(dx)

ANHA