Sûcên dagirkeran li Efrîna dagirkirî didomin

Tora Çalakvanên Efrînê û Rêxistina Mafên Mirovan-Efrîn bi dehan sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di hefteyên borî de li Efrînê pêk anîne, belge kir.

Sûcên dagirkeran li Efrîna dagirkirî didomin
12 îlon, 2021   12:00
 ŞEHBA

Tora Çalakvanên Efrînê bi bîr xist ku çeteyên navên "Polîsên Leşkerî" li xwe dikin, di 22`ê Tebaxa 2021`an de, dema du welatiyên Kurd gihaştin Efrîna dagirkirî ew revandin.

Her du kesên hatine revandin birin navenda ewlehiyê ya li navenda bajarê Efrînê yê dagirkirî û piştî çend rojan hatin berdan. Hemû cureyên îşkenceya fîzîkî û derûnî li wan hate kirin, her wiha piştî ku fideyeke mezin dan, hatin berdan.

Her wiha di raporan de hate diyarkirin ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" di 6`ê Îlona 2021`an de, 5 welatiyên ji malbata Sefko ya ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin.

Di 30`ê Tebaxa 2021`an de jî çeteyan şêniyekî gundê Bedîna yê Efrînê revandin û heta vê kêliyê çarenûsa wî nayê zanîn. Her wiha 4 kesên din revandin, yek ji wan hat berdan yên din jî hîna girtî ne.

Di 31`ê Tebaxa 2021`an de jî, MÎT`a Tirk parêzerekî Kurd ji navçeya Raco ya Efrînê û parêzerekî ji gundê Kêla yê girêdayî navçeya Bilbilê revandin û birin cihekî ne diyar.

Di 28`ê Tîrmeha 2021`an de jî 2 welatiyên Kurd ên ji şêniyên gundê Kêla hatin revandin û heta vê kêliyê nayê zanîn bê ka li ku derê ne.

Her wiha çeteyên Lîwa El-Weqas a girêdayî artêşa Tirk a dagirker di 30`ê Tebaxa 2021`an de 2 şêniyên gundê Enqelê yê girêdayî navçeya Şiyê revandin û li hemberî serbestberdana wan fidye xwestin.

Di 2`ê Îlona 2021`an de jî welatiyekî Kurd ê ji gundê Birîmce yê girêdayî navçeya Mabat a li ser bendekî kontrolê yê li dergehê têketina Efrînê hate revandin.

Di 24`ê Tebaxa 2021`an de jî welatiyekî ji gundê Avrazê yê girêdayî navçeya Mabata dema ji Helebê vedigeriya hate revandin, di heman rojê de birayê wî jî hate revandin.

Çavkaniyên herêmî ji hundirê navenda bajarê Efrînê ragihandin ku çeteyên Cebhe Şamiyê di 8`ê Îlona 2021`an de şêniyekî gundê Qurt Qulaq ê girêdayî navçeya Şera, ji navenda bajarê Efrînê revand.

Ji gundê Kefersefrê yê girêdayî navçeya Cindirêsê jî  çeteyên Lîwa Semerqend di 6`ê Îlona 2021`an de welatiyek revand û zêdetirî 100 hezar dolar fidye xwestin.

Çalakvanên Efrînê her wiha destnîşan kirin ku komeke biyaniyên li Efrînê bi cih bûne, destdirêjî li kalmêrekî ji gundê Bîkê yê navçeya Bilbilê kirin.

TALANKIRINA MILKÊN ŞÊNİYÊN EFRÎNÊ

Milkên şêniyên Efrînê yên bi darê zorê hatine koçberkirin jî, ji çeteyan re bûne çavkaniya pere û qezencê. Nexasim bi zêdebûna niştecihên biyanî li Efrînê re, şêniyên resen neçar tên kirin ku ji malên xwe derkevin û li avahiyên ku çeteyan lê kirine de bi cih bibin.

BÛYERÊN DIZIYÊ

Taxa Eşrefiyê ya Efrînê êdî bûye cihê dizan. Gelek bûyerên diziya telefonên destan, pere, cereyên gazê li taxê rû dane.

SÛCÊN LI DIJÎ DARÊN ZEYTÛNAN

Hejmareke niştecihên biyanî yên li Efrînê bi cih bûne, di 28`ê Tebaxa 2021`an de 70 darên zeytûnan ên welatiyekî ji gundê Seiryanilî yê di navbera bajarokê Bilbilê û gundê Zeirê de, birîn. Her wiha piştî du rojan 25 darên zeytûnan ên şêniyekî gundê Heyame qut kirin. Piştre jî 50 darên zeytûnan ên şêniyekî bajarokê Bilbilê birîn.

SÛCÊN LI DIJÎ XWEZAYÊ

Çeteyên Ceyş Şerqiyê û Ehrar Şam ku li navçeya Cindirisê bi cih dibin, di 3`ê Îlona agir bi 3 hektarên daristanên li dor gundê Xalta xistin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê agir berdan zeviyên  zeytûnan ên di navbera gundên Kîmar û Soxanekê yên girêdayî navçeya Şêrawa de.

GUHERTINA BINESAZIYA MIROVÎ

Çeteyan bi piştgiriya komeleyên ji Qeter û Kiwêtê, bi navê “Kiwêt Rehim” avahiyên niştecihbûnê lêkirin û şêniyên resen ên Efrînê neçar kirin ku malên xwe vala bikin û li wan avahiyan bi cih bibin.

Çeteyan her wiha 2 dibistanên girêdayî komeleya Eyedî Beyda vekirin, da ku nifşekî ji radîkalan derçûn bikin û xizmeta projeyên wan ên pêşerojê bikin.

(cx)

ANHA