Li bakurê Sûriyê.. şerê şaristaniyan zirarê digihîne şûnwaran

Di demekê de ku herêma Rojhilata Navîn bi rageşiyê re rû bi rû ye, hêzên hegemonîk hewl didin hebûna xwe di nav şaristaniyên heyî de mayînde bikin. Ji ber wê yekê, bi hemû rêbazan û heta bi rêya rûxandina û dizîna şaristaniyên kevin û şûnwaran jî hewl didin dîrokeke nû ji herêmê re binivîsin.

Li bakurê Sûriyê.. şerê şaristaniyan zirarê digihîne şûnwaran
12 îlon, 2021   08:53
KOBANÊ-NÎHAD KERHO

Fîlozofê Cihû Walter Bendix dibêje: "Tenê kesên serkeftî dîrokê dinivîsin û kesên serkeftî şaristaniya xwe ji tunekirinê diparêzin". Ger em bixwazin dîroka xwe nas bikin, divê li koka xwe ya yekemîn an ku şûnwarên xwe vegerin. Şûnwar mîrateya şaristaniyê ye ku piştî şeran pabîran radestî nifşên li pey xwe kirine.

ŞERÊ ŞARISTANIYAN

Herêma Rojhilata Navîn di sedsalên dawî de bi şerekî dijwar re rû bi rû ye ku dewlet bi rêya hevalbendên xwe yên li herêmê pêşengtiyê jê re dikir. Ji hevalbendên wê yên di serdema nûjen de dewleta Tirk a dagirker e. Dewleta Tirk her ferzendê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne. Ji lew re şûnwarên herêmê talan dike û difiroşe dewletên rojava da ku wan razî bike û planên xwe pêk bîne.

Şerê li Sûriyê ji bo dewleta Tirk derfeteke zêrîn bû, da ku herêmên Sûriyê yê li ser sînorê xwe dagir bike, pê re jî şûnwarên herêmê bidize, hilweşîne û navekî nû ji dîroka şaristaniyê re binivîse. Dewleta Tirk a dagirker herêmên nêzî sînor ên li hemberî xwe dagirkirin û yekser bi rêya çeteyên xwe û li pêşberî çavên cîhanê şûnwar talan kirin. Mînaka vê yekê jî bajarê Efrînê ye.

Têkildarî mijarê hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman axivî û got: "Girîngiya şûnwaran di parastina çanda gelan de ye, ji ber ku di demên berê û niha de ew navgîna girêdana di navbera gelan de ye. Ji lew re dewletên ku hewl didin dîroka herêmê sexte bikin şûnwarên herêmên vediguhêzin herêmên xwe, da ku vê navgîna dîrokî û girêdana di navbera berê û niha de qut bikin."

Elî Silêman wiha axaftina xwe dewam kir: "Di serdema me de, dewleta herî zêde xeteriyê li ser şaristaniya mirovahiyê çêdike  dewleta Tirk a dagirker e. Mînaka wê jî sûcên ku li bajarê Efrînê pêk tîne ku binesaziya şûnwaran talan dike û wan derbasî erdê xwe dike, da ku herêmê ji niştecihên wê vala bike û bi vî şeklî siyaseta guhartina demografîk temam bike. Ev jî ji me re asta nefretkirina wê ya ji gelên herêmê re diyar dike."

Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ya 2020`an, çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 25 deverên şûnwarî li bajarê Efrîna dagirkirî wêran kirine.

Ceteyên dewleta Tirk li herêmên bakurê Sûriyê ku dagir kiriye deverên dîrokî veguherand navendên mîtingeriyê da ku bi hêsan şûnwaran bidizin û derbasî Tirkiyê bikin. Girîngtirîn şûnwarên ku ji Efrîna dagirkirî hate dizîn Eyn Dara ye, perestgeha Eyn Dara ji girîngtirîn girên dîrokî li Sûriyê ye.

ꞌTALANKIRINA ŞÛNWARAN RÊBAZEKÎ ŞERÊ TAYBET Ê LI DIJÎ ŞARISTANIYÊN ME YEꞌ

Dewleta Tirk a dagirker bi dizî û talankirina şûnwaran sînordar nema, bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên têkildarî parastina şûnwaran, bi taybet rêxistina UNESCO dihêle ku Tirkiyê hîn bêhtir sûcan pêk bîne.

Hevserokê Gerînendeya Parastina Şûnwaran a Herêma Firatê Elî Silêman diyar kir ku diziya şûnwaran rêbazekî şerê li dijî herêmê ye, di heman demê de di çarçoveya şerê şaristaniyan de pêk tê ku dewletên dixwazin bi rêya wê nasnameya gelê Kurd li herêmê tune bikin ragihandine, aliyê ku vê yekê pêk tîne jî dewleta Tirk a dagirker e ku di nava şaristaniyan de li hebûna xwe digere.

Elî Silêman her wiha got: "Serdema ku em tê re derbas dibin serdema parastina berjewendiyan e, ne serdema parastina şaristaniyan e. Rêxistinên berpirsên parastina şûnwaran girêdayî dewletên ku li pey berjewendiyên xwe ketine û dibînin ku ji berjewendiyên wê ye şûnwarên herêmên me yên ku vedigerin hezarên sal beriya zayînê wêran bikin. Bi wêrankirinê re dîrokeke nû ji herêmê re dinivîsnin, ji ber ku gelê Kurd ji kevntirîn gelan e û li Rojhilata Navîn xwedî kevntirîn şaristanî ye. Di heman demê de xwediya yekane şaristanî ye ku li dijî dagirkeran li ber xwe daye, li ser vê yekê bi nêrîna rojavayiyan ger şaristaniya wan bimîne, dê xeteriyê li ser şaristaniyên nû çêke."

Silêman ev nirxandin kir: "Şûnwar me bi dîroka me didin naskirin, her pûlikek mîrateyeke ku vedigere hezarên salan, lê bi rêya şerê taybet dîroka herêmê tê berovajîkirin, dîroka herêmê li gorî siyasetên dewleta faşîst ên bi armanca çewisandina nasnameya gelê Kurd dinivîsnin. Dîroka herêma me di xeteriyeke mezin de ye, ji lew re divê em hişyar bin. Em jî di wendakirina dîroka xwe û talankirina şaristaniyên xwe de şirîk in, hin ji me şûnwaran li derveyî herêmê difiroşin, da ku pereyan jê qezenc bikin, lê belê nizanin ku ew dîroka pabîrên xwe yên ku bi rihê xwe parastina şaristaniyên xwe dikirin, difiroşin."

Elî Silêman di dawiya axaftina xwe de got, baştirîn rêbaza parastian şûnwarên herêmê ew e ku welatî werin hişyarkirin, girîngiya şûnwaran di dibistan û zanîngehan de were destnîşankirin. Li aliyekî din jî roleke mezin ji dezgehên medya, nexasim medya dîtbarî tê xwestin ku têkildarî parastina şûnwaran zanînê biweşînin. Her wiha divê şûnwarên herêmê werin belgekirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yoSvzFW2kb0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>