Artêşa Tirk Binarê Qendîl bombe kir: 4 gundî birîndar bû, 3 mal rûxandin

Duh bi şev balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker Binarê Qendîl bombebaran kir. Di endcamê de 4 gundî birîndar bûn, 3 mal jî hatin hilweşandin; gelek lawir jî telef bûn.

Artêşa Tirk Binarê Qendîl bombe kir: 4 gundî birîndar bû, 3 mal rûxandin
8 îlon, 2021   18:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagiker gundên Sinemok û Sergelê yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, di encama bombebaranê de welatiyên sivîl ên bi navê Awat, Kakesûr, Uzêr û Mam Ebdullah birîndar bûne, 3 mal hilweşiyane û gelek lawir jî telef bûne.

Ji gundê Binarê Qendîlê Mihemed Xidir diyar kir ku li gel hilweşîna 3 avahiyan, gelek ziyan bi malên sivîlan, bax û baxçeyan ketiye.