Meclisa Kantona Girê Spî bi şandeyeke leşkerî ya rûsî re civiya

Meclisa Kantona Girê Spî ji efser û leşkerên rûs ên li baregeha Rûsyayê ya li navçeya Eyn Îsayê dimînin re rave kir ku divê Rûsya pabendî lihevkirina 22`yê Cotmeha 2019`an be. 

Meclisa Kantona Girê Spî bi şandeyeke leşkerî ya rûsî re civiya
8 îlon, 2021   14:52
​​​​​​​EYN ÎSA

Îro hevserokên Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Meşo û Hemîd El-Ebid û cîgirê hevserokatiyê Sebrî Nebû bi şandeya leşkerî ya Rûsyayê re civiya.

Di civînê de gelek mijarên girîng hatin gotubêjkirin mîna zêdegaviyên domdar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundewarê Kantona Girê Spî, piştrastkirina pêkanîna lihevkirinên ku Rûsya di civîna Soçiyê ya 9`ê Cotmeha 2019`an de soz daye.

/ar/uploads/files/2021/09/08/141205_lyla-mshw.webp

Têkildarî mijarê hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Leyla Meşo ji ajansa me re axivî û navaroka civînê ji me re ragihand. Leya piştrast kir ku wan aliyê rûs agahdar kiriye ku binpêkirinên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, ewlehiya li herêmê têk dibe û pirsnîşanan têkildarî rola Rûsyayê ya çavdêrkirina agirbestê çêdike.

/ar/uploads/files/2021/09/08/141220_ajtmaa-mjls-mqatah-kry-sby-ma-wfd-askry-rwsy-8-9-2021-28129-.webp

Leyla wiha domand: “Di civînê de me ji şandeyê re piştrast kir ku divê Rûsya pabendî sozên be û çavdêriya agirbestê bike û parastina sivîlan bike.”

Leyla wiha pê de çû: “Me ji wan re got ku em ji ber helwesta wan aciz in ku diviyabû sozên xwe bînin cih, çavdêriya agirbestê bikin. Lê em dibînin ku topbaran û komkujî berdewam in. Herî dawî komkujiya li gundê Sefawiye yê navçeya Eyn Îsayê pêk hatî ku di encamê de malbatek hat kuştin.” 

Leyla di dawiyê de destnîşan kir ku şandeya rûs soz daye ku sozên ku dane şêniyên herêmê pêk bîne, rê nede ku dewleta Tirk a dagirker gundan û rêya navneteweyî topbaran bike û dê hemû binpêkirin û komkujiyên ku dewleta Tirk dike, belge bike û piştre ji dadgeha navneteweyî re pêşkêş bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FBfcj-ZekzM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>