Penaberên sûrî yên li Lubnanê bi destdirêjiyên nîjadperest re rû bi rû ne

Penaberên Sûriyê yên li Lubnanê rastî zext û destdirêjiyên nîjadperest tên, bi ser mal û cihên wan de tê girtin, rastî lêdanê tên û ji gundan têne derxstin û qewitandin.

Penaberên sûrî yên li Lubnanê bi destdirêjiyên nîjadperest re rû bi rû ne
8 îlon, 2021   08:14
BEYRÛT-ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Penaberên Sûriyê ji ber wêraniya şerê li Sûriyê dest ji welatê xwe berdane û qaşo çûne cihekî bi ewle, lê li Lubnanê jî rastî çarenûseke xerabtir tê. Li gel aloziyên aborî, daketina nirxa lîreya lubnanî, belavbûna bêkarî û xizantî, hema bêje xebatên xizmetguzariyê tune ye. Ruxmî van êşan jî di demên dawiyê de gelek buyerên sosret rû didin. Sûrî li Lubnanê rastî destdirêjiyên nîjadperestî tên û ji gelek gundan û cihên lê bi cih bûne, têne qewitandin.

Tişta ku li ser axa Lubnanê diqewime, bi taybetî di nava çend rojên dawî de hişyariyeke cidî ye û eger rewşa jiyanî ya li Lubnanê wiha dewam bike, wê ev buyer bibin modelek û belav bibe. Li stasyonên sotemeniyê rojane pirsgirêk derdikevin û hin caran gule tên reşandin ku di encamê de gelek kes tên kuştin û birîndar dibin.

Lê tişta nû ku li başûrê Lubnanê rû daye, nemaze li bajarokên Rimêş û Kewkeba ku şaredariyên her du bajarokan bang li koçberên Sûriyê yên li wir dijîn, kirin ku derkevin û hişyarî dan xwediyên malan ku malên xwe kirê bidin sûriyan. Ji ber wê hejmareke mezin a malbatên penaberên sûrî derketin û dîsa bi koçberiyê re rû bi rû man.

HÛRGULIYÊN BUYERÊ

Li gorî şêniyên bajarokê Kewkeba, ciwanên wî bajarokî û ciwanên sûrî yên li wir bi cih bûne bi kêr û daran bi hev ketin. Di encamê de 2 ciwan bi giranî birîdar bûn. Li aliyekî din artêşê û saziyên ewlehiyê bajarok dorpêç kir da ku bertek li hemberî wê bûyerê dernekevin. Lê paneberên sûrî bûyerê bi şêwazekî din vedibêjin.

Çalakvan û penaberekî sûrî ku li Kewkeba dijî û nexwest navê xwe eşkere bike ji ajansa me re axivî û got: "Pirsgirêka di navbera du kesan de çêbû. Tu niyetên din ên derxistina mîna vê bûyerê tune ye. Ruxmî wê jî şêniyên wî bajarokî penaberên ku destê wan di wê bûyerê de tune, tacîz dikirin. Ev yek kînekê destnîşan dike û tenê li benda bûyerekê bûn da ku pirsgirêkan derxin.

Heman çalakvanê sûrî ji ajansa me re piştrast kir ku di nava van şert û mercên aborî yên dijwar de, şêniyên wî bajarokî bi darê zorê ew neçar kirine ku ji gund derkevin û ji wan xwestine ku tu carî venegerin û wiha domand: "Gelek ji me bi çarenûseke nediyar re rû bi rû mane. Ruxmî ku li cem şaredariyan tu behaneyên qanûnî tune ne ku me ji bajarok derxin, lê ew destûr û peymanên mafên mirovan bin pê kirin.

Çalakvanê sûrî wiha domand: "Penaberên sûrî rojane û dûrî kamerayan û dezgehên çapemeniyê rastî destdirêjî û gefên nîjadperestî tê. Armanc jî valakirina malên ku lê dimînin e. Ji ber sedemên siyasî û taîfî yên çînên siyasî yên li başûrê Lubnanê li gelek gund û bajarokan sûrî bi awayekî komî hatine koçberkirin û bi awayekî nebaş dan û standin bi wan re hatiye kirin.  Her wiha ji bo ku fişarê li wan bikin ku vegerin Sûriyê."

Çalakvanê sûrî di dawiyê de got: "Li gel rewşên aborî, tenduristî û jiyanî yên dijwar ku bandorê li derûniya penaberan dike û rewşa civakî ya bi nakok aloztir dike, em bang li rayedaran dikin ku parastina koçberên Sûriyê yên li Lubnanê bikin. Biryar û belavokan derxin da ku wan biparêzin û rê li pêşiya koçberkirina wan bigirin. "

QURBANÎ Û DESTDIRÊJÎ

Ciwanekî sûrî beriya çend hefteyan bi guleyên bêserûber dema li ser balkona xwe disekinî hate kuştin. Ew bûyer di encama nakokiyê de li ser tercîha dagirtina sotemeniyê li ber stasyoneke sotemeniyê li gundê Finêdiq ê Ekar derket. Piştî bûyerê ciwanê sûrî rakirin nexweşxaneyekê, lê ji ber ku xizmeta tenduristiyê ne baş bû, rewşa wî xirabtir bû û jiyana xwe ji dest da.

Penaberên sûrî yên li Lubnanê rastî destdirêjî û pêlên nîjadperestî yên bizanabûn tên. Di Gulana borî de dewriyeyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Lubnanê cenazeyê penaberekî sûrî yê bi navê Emar Mihemed El-Qetan kuştî dît. Ev penaber di encama nakokiyeke madî ya bi mêrekî lubnanî re hatibû kuştin.

Her wiha di Nîsana borî de ciwanekî sûrî yê bi navê Nûr El-Hemadî dema hewl dida jineke ciwan ji destê du ciwanên lubnanî ku destdirêjî lê dikirin, xelas bike, hate kuştin.

PANEBERÊN SÛRÎ DI NAVBERA DU AGIRAN DE NE

Penberên sûrî ku li Lubnanê bi cih bûne, ji ber aloziya aborî ku welat tê re derbas dibe, rewşeke madî û feqîrtî ya pir xerab dijîn.

Êdî penaberên sûrî yên ku beriya vê aloziya aborî jî di xeteriyê de bûn, ji dawiya 2019`an ve, berdêleke buha ya aloziyê didin, ku banka navneteweyî ew bi xirabtirîn aloziyên mirovî yên li cîhanê bi nav kir.

Li gorî raporên fermî nêzî milyonek û 500 hezar penaberên sûrî li Lubnanê dijîn ku ji ber şerê li welatê xwe reviyane. Nêzî 855 hezar kes bi awayekî fermî li gel Komseriya Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) (UNHCR) qeydkirî ne. Ev hejmar nêzî nifûsa Lubnanê ye. Rayedarên Lubnanê hatina penaberên sûrî, hatineke demkî dibînin û dê rojekê vegerin warên xwe yan jî biçin welatekî din.

(şx)

ANHA