Gelo ‘şerê veşartî’ yê Îsraîl û Îranê dê eşkere bibe?

Li Rojhilata Navîn li ser ekranên televîzyonan di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî bejahî, deryayî û asîmanî tê kirin, dibe ku bi xwe re şerekî giştî bîne û hêzên mezin bikişîne nava vî şerî.

Gelo ‘şerê veşartî’ yê Îsraîl û Îranê dê eşkere bibe?
8 îlon, 2021   08:00
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Di rapora rojnameya The Times a Brîtanyayê de diyardeyên lîstika "pir xeternak" a Îran-Îsraîlê eşkere, hatin bibîrxistin.

Îsraîl bi gotinên Îranê yên dubarekirî ku bernameya wê ya nukleerê bernameyeke aştiyane ye, bawer nake, ji ber ku Îsraîl pê bawer e ku Îran bi awayekî nepen li ser pêşxistina serikên nukleer dixebite da ku bi rêya moşekên balîstîk bi kar bîne.

Îran û Îsraîl dizanin ku dê buhayê şer ji her du aliyan re giran be, ji lew re dê xwe ji rêyên bêveger dûr bixin. Lê belê ev nayê wê wateya ku rageşiyên li deryayê û li ser erdê dê rawestin an jî kêm bibin.

Kesên rageşî û nakokiya Îran-Îsraîlê dişopînin, dibînin ku di navbera her du aliyan de şerekî veşartî pêk tê. "Şerên Îranê" bi rêya wekîlên xwe li Iraq, Sûriye, Lubnan, Filistîn û Yemenê li hember Îsraîlê pêk tên. Lê belê Îsraîl û Îran dizanin ku divê pîvanên xwe bi baldarî û girîngiyeke mezin pêk bînin, da ku ew şer nebin sedema şerekî giştî.

Têkildarî Îsraîlê, eşkere ye ku îstîxbarata wê dikare ewlehiya Îranê binpê bike, di wê yekê de xwe dispêre ajantiya mirovan li ser erdê yan jî çekên elektronîk ku tevahî tedbîrên Îranê yên dijber têk bibin.

Îran jî li Sûriye, Lubnan û Xezayê her tim vebijêrka belavkirina wekaletên xwe pêk tîne, da ku bi moşekan biavêje Îsraîlê.

Her du alî ne ji demeke nêz ve li Rojhilata Navîn şerê wekaletê pêk tînin, bi wê re Hizbullah a Lubnanê ya bi piştevaniya Îranê li dijî artêşa Îsraîlê şer dike.

Tevgera Hemasê ku serweriya li Xezayê dike û desteka xwe ji Tehranê werdigire, bi Îsraîlê re di nava şer de ye, her wiha komên alîgirên Îranê yên li Sûriyê rastî derbeyên asîmanî yên Îsraîlê tên.

Li Sûriyê jî, Tehranê komên alîgirên xwe li ser sînorê Sûriye-Îsraîlê bi cih kirin, tiştê di vê dawiyê de li Derayê pêk tê, encama vê yekê ye.

NAKOKIYA LI BEJAHIYÊ BER BI DERYAYÊ VE

Ne tenê nakokî di navbera Îran û Îsraîlê de li bejahiyê pêk tên, lê li deryayê jî pêk tên.

Gelek salan, di navbera Til Avîv û Tehranê de rageşiyên yekser çêbûn, ên neyekser jî li Lubnan, Sûriye û Xezayê çêbûn. Lê belê di vê dawiyê de rageşî di navbera her du aliyan de di deryayê de jî çêbûn.

Rageşiyên li deryayê, bi awayekî veşartî pêk hatin ku keştiyên her du aliyan hatin armanckirin. Bo nimûne, Îranê di 2019’an de ragihand 3 keştiyên wê li Deryaya Sor rastî êrişan hatin û Îsraîlê Îran bi kiryarên veguhastina çekan di deryayê re ji bo hevalbendên xwe, tawanbar kir.

Lê belê di 25’ê Sibata borî de mijar hatin guhartin, keştiya kargoyê ya Îsraîlê ‘MV HELIOS Ray’ di deryayê de rastî êrişekê hat û Îran bi vê yekê hat tawanbarkirin.

Piştre bi demekê keştiya Îranê ‘Mah Kurd’ li nêzî Sûriyê hat armanckirin, dûre keştiya konteynir a Îsraîlê ‘Lorî’ li Deryaya Ereb hat hedefgirtin. Paşê keştiya kargoyê ya Îranê ‘Savez’ li Deryaya Sor hat hedefgirtin. Li gel wê jî gelek çavkaniyan daxuyand ku keştiya ‘Hyperion Ray’ a Îsraîlê li nêzî beravên Îmaratê hat hedefgirtin.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Çekdar ên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, li gorî encamên pisporan firokeyeke bêpîlot li Kendava Umanê keştiya ‘Mercer Street’ a bi çêkirina Îranê bombebaran kir.

Li gorî CENTCOM’ê firokeya bêpîlot di êvara 29’ê Tîrmehê de du caran êrişî keştiyê kir, lê bi bin ket, di 30’yê Tîrmehê de jî cara sêyemîn êriş kir, di encamê de du kesên ji koma ekîba hatin kuştin.

Tevahî pispor dibêjin heta niha nakokî û rageşiya di navbera Tehran û Til Avîvê de sivik e, lê di heman demê de hişyarî li ser zêdekirina êrişan dan, dibe ku di her kêliyekê de fireh bibe, lê her du alî naxwazin rageşiyê bilind bikin û hewl didin jê dûr bikevin.

Ji çend mehan ve Îsraîl û Îran bi gelek rê û rêbazan li ser xeta rageşiyê ne, li gel wê jî her du alî naxwazin lawaz xuya bibin.

Çavdêr jî dibînin ku her du alî Îran û Îsraîl bi hişyarî û baldarî tev digerin û naxwazin rewş aloztir bibe. Girêdayî vê yekê Lêkolînera Peymangeha New Lines a amerîkî Elizabeth Tsurkov ji ajansa me re got: "Ez texmîn nakim ku tu guhartin çêbibin. Dê ev rewş berdewam bike."

Li aliyekî din jî Lêkolînerê Peymangeha New Lines a amerîkî Nicholas Heras ji ajansa me re wiha got: "Îran û Îsraîl şerê veşartî li Rojhilata Navîn dimeşînin û Sûriyê qada herî girîng a vî şerî ye. Di her salê de Îsraîl asta êrişên xwe li dijî baregehên  Îranê yên li Sûriyê zêde dike û Îran jî çalakiyên xwe yên li Sûriyê ranawestînin. Şerê veşatî yê di navbera Îsraîl û Îranê de li Sûriyê ber bi nakokiyeke mezin ve diçe."

Lê damezrîner û gerînendeyê foruma Rojhilata Navîn Daniel Pipes di hevpeyvîneke xwe ya li gel rojnameyê de wiha gotibû: "Şerê veşartî yê di vê dawiyê de xurt bû. Ez texmîn dikim ku heta demekê dirêj bike. Lê heke Îsraîl texmîn kir ku Îran di aliyê nukleerê de binpêkirinan dike, wê şer eşkere bibe."

Lê heta niha nakokî û rageşî li ser rêbazên leşkerî ne û di çarçoveya hîmên lîstokeke diyar û pir bi hesab pêk tê.  Serokê îstîxbarata Îsraîlê yê berê Amos Jaden bi "şerê veşartî" di navbera Îsraîlê û Îranê de diqewime bi nav dike.

Li gorî Jaden ev şerî veşartî, şerekî li her eniyan eşkere dibe, li derya, li asîman, li ser enternetê û li hin cihan li ser erdê. Jaden wiha gotibû: "Mîna van şeran di çarçoveyeke diyarkirî de pêk tên. Tevî ku her du alî li dijî hev êrişan pêk tînin, lê berpirsiyariyê hilnagirin. Ev parçeyek ji lîstokê ye û kesê berpirsiyariyê hilnagire ne mecbûr e yê din bersivê bide."

Li gorî analîzvanên îsraîlî, Tehran bernameya xwe ya nukleerê bi pêş dixe, lê Til Avîv bi israr e ku wê bi hemû rêbazan rawestîn. Ji ber dizane ku Tehran bernameya xwe di aliyê leşkerî de bi kar tîne û bi wê re Îran dikare bombeyeke nukleerê çêke. Til Avîv jî wê yekê li ser hebûna xwe gef dihesibîne, ji lew re hewl dide bi tevahî rêbazan wê qedexe bike.

GELO NAKOKIYÊN ÎRAN Û ÎSRAÎL DÊ JI BIN KONTROLÊ DERKEVIN?

Li gorî berê, asta nakokiya Îsraîl û Îranê zêde bûn, ji ber Tehran rastî rêzeêrişên li dijî bernameya wê ya nukleerê hat. Ji ber civaka navneteweyî ji wê bernameyê metirsîdar e û ya zêdetir metirsîdar jî dike îhtîmalên derketina wê ji bin kontrolê.

Rojnameya The Wall Street Journal di raporeke xwe de bi bîr xist ku Îsraîlê di dawiya 2019’an de gelek caran êrişî keştiya deryayî ya Îranê kir ku ber bi Sûriyê ve diçû.

Li gorî raporê, zêdetirî 12 keştiyên Îranê ku barên Îranê hildigirtin bi taybet petrol hildigirtin hatin hedefgirtin. Rojnameyê li ser zimanê berpirsên amerîkî got, hin êriş li dijî keştiyên dîtir pêk hatin ku di nav wan de jî keştiyên çekan hebûn.

Li Sûriyê jî, Îsraîlê bi sedan derbeyên asîmanî û êrişên bi moşekan di 3 salên borî de li dijî nuqte, baregeh, depoyên moşekan û çekên pêşketî yên Pasdarên Îranê û Hizbullah a Lubnanê bi kar anîn.

Têkildarî hedefgirtina avahiyên nukleerê yên Îranê, rojnameya The New York Times li ser zimanê berpirsên îstîxbarata Amerîka û Îsraîlê got Til Avîvê roleke sereke di hedefgirtina avahiya Natanz a nukleerê de lîst, bi wê re teqîneke mezin çêbû, dibe ku pergala dayîna kehrebê ji alava derxistina uraniyomê ya binerdê re bi temamî wêran kiribe.

Îranê jî ji destpêka îsal ve çalakiyên xwe yên nukleerê mîna zêdekirina rêjeya derxistina uraniyom bilind kirin ku ne li gorî peymana 2015’an e. Her wiha destûr nada çavdêrên IAEA ku xwe bigihînin cihên hesas û tedbîrên bilindbûna rageşiyê yên dîtir pêk anîn.

Rêveberiya Amerîkayê ragihand ku ew amade ye ji biryara rêveberiya berê vegere û li peymana 2015’an a ku DYA, Fransa, Brîtanya, Rûsya, Almanya û Çînê pê re îmze kiriye,  careke din îmze bike.  Lê belê rêveberiya Biden ji Tehranê xwest ku pabendî peymana nukleerê be. Lê Îran jî vê yekê red dike û ji DYA’yê xwest ku tevahî cezayan rake.

Dewletên cîhanê ji zêdekirina nakokiyên herêmê bi rêya êrişên di navbera Îran û Îsraîlê de û îhtîmalên derketina wê ji bin kontrole, metirsîdar in.

(fr)

ANHA