‛Dewleta Tirk hewl dide Lîbyayê bike dergeh ji bo xwebicihkirina li Afrîkayê’

Nivîskar û rojnameger Ebdusetar Hetîte got sûc û destwerdanên dewleta Tirk ên li Lîbyayê hîna berdewam in û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hezaran çete şandin Lîbyayê û heta niha hêzên xwe yên leşkerî di 4 baregehan de bi cih kirine.

‛Dewleta Tirk hewl dide Lîbyayê bike dergeh ji bo xwebicihkirina li Afrîkayê’
8 îlon, 2021   08:22
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Ebdusetar Hetîte ji ajansa me re da zanîn ku dewleta Tirk îro hewl dide bi hemû rê û rêbazan û hemû xapandinan di xaka Lîbyayê de berdewam bike û di vê yekê de endamtiya xwe ya di NATO’yê de bi kar tîne lê bi wê yekê qanûn û biryarên navneteweyî binpê dike.

Hetîte destnîşan kir ku rejîma Tirk hewl dide xwe ji rojavayiyan re, bi taybet ji DYA’yê re wek garantora aramiya Lîbyayê nîşan bide.

Nivîskar û rojnamegerê pisporê kar û barên Lîbyayê Ebdusetar Hetîte wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide lingên xwe li hundirê Lîbyayê bi rêya mîrên şer û serokên milîsan xurt bike, bêyî ku binêre kî li ser hikum e, çi Ebdulhemîd El-Debîbe be yan jî serokê hikumeta demkî yan niha be yan jî ji bilî wan.”

Hetîte da zanîn ku dewleta Tirk bi armanca pêkanîna armancên xwe Ii Lîbyayê bi hemû aliyan re dan û standinan dike.

Hetîte got dewleta Tirk dixwaze xaka Lîbyayê ji bo şandina çekdaran bi kar bîne û wan wek kaxizeke fişarê li dijî dewletên dîtir, bi taybet dewletên derdora Lîbyayê bi kar bîne.

Ebdusetar Hetîte di dawiyê de got dewleta Tirk dixwaze Lîbyayê bike dewleteke girêdayî xwe da ku di gelek aliyan de bi kar bîne,  nexasim Lîbyayê ji bo derbasbûna li hundirê Afrîkayê bi kar bîne.

(fr)

ANHA