Endamên PDKS`ê: Têkiliyên PDK`ê û dewleta Tirk li ser esasê qirkirina kurdan in

Endamên PDKS`ê diyar kirin ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla de, îxaneta li dijî Kurdan e û gotin, “Tunekirina tevgera rizgariya Kurdistanê tê wateya tunekirina herêma Kurdistanê.”

Endamên PDKS`ê: Têkiliyên PDK`ê û dewleta Tirk li ser esasê qirkirina kurdan in
8 îlon, 2021   07:58
HELEB-ARIF SILÊMAN

Di 23'yê Nîsana 2021'an de dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Avaşîn, Metîna û Zap yên Başûrê Kurdistanê kir û xwest wan herêman dagir bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hêzên xwe şandin herêmê û tevî artêşa Tirk a dagirker li dijî gerîla şer kirin. Gelê Kurd vê êrişê wekî îxaneta li dijî Kurdan dihesibîne.

Endamê komîteya Navendî ya PDKS'ê Remzî Şêxmus diyar kir ku ji dema damezrandina dewleta Tirk û vir ve, ew şerê gelê Kurd dike û dixwaze Kurdan tune bike.

Remzî Şêxmus bang li PDK'ê kir ku dev ji îxaneta Kurdan berde û wiha lê zêde kir: “Eger dewleta Tirk herêmên Rojava dagir bike yan jî Partiya Karkerên Kurdistanê tune bike, dê herêma Kurdistanê jî dagir bike. Ji ber vê yekê divê PDK'ê bi berjewendiya gelê xwe bifikire û dev ji destekdayîna dewleta Tirk berde.”

Şêxmus bang li partiyên kurdî yên Rojava kir ku yekdest bin û rastiya ku kî bi berjewendiya gelê xwe difikire û kî bi berjewendiyên malbatî û kesayetî yên teng difikire, ji hev cuda bikin û got. “Da ku em negihêjin asta şerê navxweyî.”

Şêxmus piştrast kir ku beşdarbûna PDK'ê bi dewleta Tirk re di êrişên li dijî gerîla de, xizmeta yekitiya neteweyî û gelê Kurd nake, lê belê xizmetî dewleta Tirk dike.

Endamê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mistefa Horo jî, şerê ku PDK'ê bi dewleta Tirk re li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê ragihandiye, bi îxanetê wesif kir û got: "Êrişên PDK'ê li dijî gerîla ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê û bi taybet Bakur û Rojhilatê Sûriye, cuda nîn e."

Horo piştrast kir ku Başûrê Kurdistanê bi destê malbata Barzanîn veguheriye wîlayeteke Tirkiyê û wiha domand: “Ji ber ku ketin xaka Başûrê Kurdistanê û baregehên leşkerî ava kirin, li aliyekî din hikumeta herêmê û hikumeta Iraqê li hember vê dagirkeriyê bêdeng mane.”

Horo daxuyand ku armanc ji têkiliyên PDK'ê bi dewleta Tirk re, qirkirina Kurdan û têkbirina projeya yekkirina refa kurdî ye, ji ber ku bi yekitiya Kurdan dê dagirkeriya Tirk li ser  xaka Kurdistanê tune bibe.

Horo bang li partiyên kurdî kir ku bi doz, gel û yekitiya xwe bifikirin da ku karibin li hember dijminên Kurdan ên ku dixwazin wan tune bikin, bisekinin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/C_FvVYiJwn0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>