​​​​​​​Rojnameyên erebî: Talîban hemwextî xwepêşandanan hikumeta nû radigihîne

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Derayê, avahikirina hikumetê li Efganistanê ji aliyê Talîbanê ve û aloziya jiyanî ya li Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Talîban hemwextî xwepêşandanan hikumeta nû radigihîne
8 îlon, 2021   07:20
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DERAYÊ REWŞA BI DEHAN ÇEKDARAN HATE ÇARESERKIRIN’

Der barê kar û barên Sûriyê de, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: “Duh hikumeta Sûriyê ragihand ku radestkirina çekan û çareserkirina rewşa bi dehan çekdarên li Dera El-Beled, didome. Ajansa nûçeyan a Sûriyê jî bi bîr xist ku bi dehan çekdarên li Dera El-Beled rewşên xwe çareser kirine û çekên xwe radestî artêşa Sûriyê kirine.

Ajansê diyar kir ku çekên ferdî, RBG û topên cur bi cur hatine radestkirin û tê payîn ku navendên din li seranserê bajêr bên vekirin da ku çareserkirina rewşa çekdaran û radestkirina çekan li wan navendan bidome.

Demeke berê, ji ber astengbûna lihevkirinên di navbera komîteya navendî û hikumeta Şamê de ya bi navbeynkariya Rûsyayê, li Derayê dîsa rageşî derketibû.”

‘LI GEL XWEPÊŞANDANAN, TALÎBAN HIKUMETA DEMKÎ RADIGIHÎNE’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Efganistanê wiha nivîsî: “Talîban duh hikumeteke nû ragihand. Dibe ku piştî vekişîna tevlihev a Amerîkayê, bi vê gavê serweriya tevgera Talîbanê li Efganistanê bê mayîndekirin.

Tevgerê ragihand ku dê Mele Mihemed Hesen Exwend serokê hikumetê be. Tê zanîn ku ev kes di dema hikumê berê yê Talîbanê de alîkarê wezîrê karên derve bû navê wî di lîsteya reş a NY`yê de ye.

Her wiha dê Ebdulxenî Birader cîgirê serokê hikumetê be, ku ew jî fermandarekî tevgerê ye û serokê nivîsgeha siyasî ya Talîbanê ye û dan û standinên bi Amerîkayê re li Dewhayê bi rê ve birin. Mele Yeqûb jî dê serokatiya wezareta parastinê bike, Serac El-Dîn Heqanî jî wê wezîrê hundirîn be.

Ragihandina hikumetê li gel xwepêşandanên li Kabulê pêk hat, ku çekdarên Talîbanê ji bo veqetandina xwepêşandêran çek bi kar anîn. Her wiha li Herat a rojavayê Efganistanê jî xwepêşandanên din hatin lidarxistin, tê de 2 kes hatin kuştin û 8 kes birîndar bûn.”

‘LI BAKURÊ LUBNANÊ XELK BÊ NAN E’

Rojnameya El-Ereb jî di hejmara xwe ya îro de behsa rewşa Lubnanê kir û wiha nivîsî: “Komeleya Xwediyên Firinan a bakurê Lubnanê ragihand ku ji îro ve dê kar rawestînin ji ber ku sotemi ji bo amadekirina nan û ard tune ye. Di heman demê de, hîna aliyên siyasî nikarin hikumetê ava bikin.

Tariq El-Mêr duh ji rojnamevanan re wiha gotibû: “Ard û mazot nîn e, ji ber wê alozî heye. Xelk nikare rojane nanekî bi dest bixe.”

Bi awayekî yasayî, Wezareta Aboriyê ard û mazotê ji xwediyên firinan re peyda dike, lê belê niha xwediyên firinan ji ber nepeydakirina her du madeyan bi gazinc in.

Ji dema şerê navxweyî yê di navbera salên 1975-1990`î de ev aloziya herî xirab e li Lubnanê. Heta gihaşt wê astê ku nexweşxane, firin û xizmetên din ên sereke neçar man ku xebatên xwe qels bikin an jî bi temamî bidin rawestandin.”

(cx)