Navçeyên Şera û Şêrawa hatin topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker gundên navçeyên Şera û Şêrawa topbaran kirin. Hemwextî topbaranê, balafirên şer û yên bêpîlot li asîmanê herêmê digerîn.

Navçeyên Şera û Şêrawa hatin topbarankirin
8 îlon, 2021   05:12
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker şeva din gundê Şewarixa û keleha Şewarixa yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran kirin.

Artêşa dagirker her wiha derdorê gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir. Hemwextî topbaranê li asîmanê herêmê tevgera balafirên şer ên yên bêpîlot ên artêşa Tirk a dagirker hebû.

(cx)

ANHA