ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08-09-2021
7 îlon, 2021   23:00

-Partiya Sûriya Pêşerojê bi navê "Ji qetilkirina zarokên Sûriyê re êdî bes e" panelekê li gundewarê rojhilatê Reqayê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Apê Hogir Elî kovarek ku vedigere sala 1996'an û de balê dikşîne komkujiya dewleta Tirk ên li dijî kurdan, li gel xwe hiştiye. Apê Hogir dibêje ew ê van sûcan bi neviyên xwe bide nasîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêxê qebîleya El-Welde Hamid El-Ferec piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re nîşan da û got, ji bo çareserkirina aloziya welat, pêwîstiya Sûriyê bi siyaseteke demokratîk heye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hemdan El-Ebid diyar kir ku gelên herêmên dibin qurbaniyên berjewendiyên siyasî û leşkerî yên di navbera Amerîka, Rûsya û Tirkiyê de. El-Ebid têkildarî berdewama qutkirina ava Firatê hişyarî da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nivîskar û rojnamegerê taybet bi karûbarên Lîbya Ebdusetar Hetîte got, sûc û destwerdanên dewleta Tirk li Lîbyayê hîna berdewam in û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi hezaran çete şandin Lîbyayê û heta niha hêzên xwe yên leşkerî di 4 baregehan de bi cih kirine. (BI WÊNE).

JIN

-Li parka Derim Land a Qamişlo bi boneya salvegera 4'an a damezirandina Meclisa Jinan a Sûriyê şahiyek tê lidarxistin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Têkiliyên Diplomatîk a RJAK`ê da zanîn ku heya niha PDK`ê nehiştiye ku malbat û parêzerên Ciwana Ebdulbaqî serdana wê bikin. Zeyneb Mihemed li ser rewşa tenduristî ya hevala xwe fikarên xwe anîn ziman û got, “Di piştperdeyê de dewleta Tirk heye.” (BI WÊNE).

- Di salvegera 4’emîn a damezrandina Meclisa Jinên Sûriyê de Lîna Berekat got: "Xebata meclisê bi serkeftî û destkeftiyan dagirtî bû ya girîng jî xwe gihand çîna herî mezin ji jinan li tevahî Sûriyê, Rojhilata Navîn û komxebatên ji bo xurtkirina rola jinan li dar xistin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Gelê Efganistanê ji siyasetên împeryalîst ên navneteweyî azar kişandin, her wiha hêzên mezin, ji brîtaniyan û Sovyetê bigire heta bi amerîkiyan bi nobetdarî Efganistanê kontrol kir.

- Penaberên Sûriyê yên li Lubnanê rastî zext û destdirêjiyên nijadperest tên, li hin deveran rastî lêdanê tên û ser cihên wan de tên girtin. Li rex wê jî li hin gundan ji ber bûyerên tekekesî neçar dimînin ji gund derkevin.

- Li Rojhilata Navîn li ser ekranên televîzyonan di navbera Îsraîl û Îranê de şerekî bejahî, deryayî û asîmanî tê kirin, dibe ku bi xwe şerekî giştî bîne û hêzên mezin bikişîne nava xwe, agir bi herêmê bixe û krîzekê çêke. Ji ber her aliyek hewl dide hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bike, yek yekî bi hilweşîna rewşa herêmê tawanbar dike.

KURDISTAN

-Endamên PDKS'ê tevkariya PDK'ê bi dewleta Tirk re di şerê li dijî gerîla de bi xiyaneta li kurdan bi nav krin û got, tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê wateya tunekirina Başûrê Kurdistanê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di olên yekxwedayî de bi giştî wateya qiyametê, dawiya dinyayê ye. Di mîtolojiyê de jî mîtên bi heman rengî hene. Di destxetên Peymana Nû de ku ji sedsala 2’yan heta sedsaa 16’an hatine nivîsandin, nîşaneyên qiyametê bi ‘Çar Siwariyên Mehşerê’ tên sembolîzekirin û mirov bi hêsanî dikare bibêje ku di navbera wan nîşane û rûdanên roja me de têkiliyek heye.

ANHA